Qraliçeya brîtanî Elizabeth mir

Li Brîtanyayê serdemek hat girtin

Qralîçeya Brîtanyayê Elizabeth 96 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da

Xwediyê taca brîtanî Elizabeth tam 70 sal li ser text ma

Qralîçeya ku li Brîtanyayê serdemeke dirêj hikûmranî kir, Qralîçe Elîzabetha II., ji ber ku rewşa tendurustiya wê xerab bibû, doktoran wê xistibin bin çavdêriyê.

Duh hat ragihandin, Elîzabetha 96 salî jiyana xwe ji dest daye.

Li pêyî daxuyaniya mirinê, li Brîtanyayê şîn hat îlankirin.

Alên welat daketin nîvî û girseyeke welatiyan berê da dan Keleha Balmoralê ya li Skotlandê.

70 sal li ser text ma

Elîzabethê di serê vê salê de, 70. sala hikumraniya xwe, Jubîleya Platîn pîroz kiribû.

Di dema hikumraniya Elîzabetê de, 15 serokwezîr hatin ser kar.

Wê beriya mirina xwe bi du rojan, serokwezîriya Liz Trussa ku serokwezîrî ji Boris Johnson dewir girtibû, pesend kir.

Li pêyî mirina Elîzbetha II., lawê wê prens Charles bû qral.

Charles wekî kesê ku herî zêde li benda text maye, di temenê herî dereng de li ser textê Brîtanyayê rûniştiye ket qeydê.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …