Serokê Kolombiyayê Gustavo Pedro di serdana xwe ya ji bo bakur-rojavayê welêt banga agirbestê li komên çekdar kir
Pedro got, di çarçoveya plana xwe ya aştiyê de li Kolombiyayê ew dixwaze “aştiyeke giştî” serdest bibe.
Serokê Kolombiyayê Pedro ku ev 2 meh in li ser kar e, bi lez bernameya xwe ya ji bo îstikrara welêt didomîne.
Pedro piştî normalkirina têkiliyên xwe yên bi Venezûelayê re, îcar dixwaze li ser aliyê Kolombiyayê aştî serdest bibe.
Serokê nû yê welêt, di serdana xwe ya ji bo bakur-rojavayê welêt banga agirbestê li komên çekdar kir.
Pedro got, di çarçoveya plana xwe ya aştiyê de li Kolombiyayê “aştiyeke giştî” serdest bibe.
Berî niha jî hukumeta Pedro biryar girtibû, bomberana li dijî komên çekdar bide sekinandin.
Hukumetê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû, bi vê biryarê armanc ew e, dawî li windahiyên sivîl bê anîn.
Komên çekdar ên Kolombiyayê
Li Kolombiyayê koma çekdar a herî mezin, piştî peymana bi FARC’ê re niha Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ye.
Hevdîtin bi bê rêxistinê re di 2019’an de bi dawî bûbû lê paşê di 2022’an de careke din dest pê kiribûn.
Ji bilî vê rêxistinê, mixalifên proseya aştiyê ku ji endamên berê yê FARC’ê pêk tên, niha di bin bane Biryargeha Kordîneyê ya Rojava û Bloka Başûrêrojhilat de têkoşîneke çekdarî dimeşînin.
Ji bilî rêxistinên çepgir, hin komên paramîlîter ên rastgir jî aştiya Kolombiyayê qebûl nakin û banga bêçekbûnê ya hukumetê red dikin.
Peymana bi FARC’ê re
Polîtîkaya aştiyê ya Kolombiyayê cara ewil ji aliyê serok Juan Manuel Santos de ve hatibû amadekirin û proseya aştiyê di 2012’an de dest pê kiribû.
Bi dûv hevtînên ji 3 salan zêdetir dom kiribû, hukumeta Kolombiyayê bi Hêza Çekdar û Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) re peymana aştiyê îmze kiribû.
Bi peymanê re FARC li welêt bûbû partiyeke legal û tevlî jiyana siyasî ya Kolombiyayê bûbû.