Nancy Pelosi Azerbaycanê şermezar kir

Pelosi: Ji ber êrişa îlegal û dijwar a Azerbaycanê ya li hemberê erdên Ermenistanê, naveroka vê civînê li ser ewlekariyê ye.”

Ermenistana ku hefteya borî rastî êrişeke dijwar a Azerbaycanê hat, bi serdana Nancy Pelosî re hinekî dilê xwe xweş kir.

Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê çû serdana paytext Êrîvanê û destek da rêvebiriya Ermenistanê.

Nancy Pelosî li Êrîvanê ji aliyê hemkarê xwe Alen Simonian ve hate pêşwazîkirin.

Her du siyasetmedar pişt re derketin pêşberî kamereyan û daxuyaniyeke hevpar dan.

Pelosî di axaftina xwe de qala pêdiviya aştiyê û desteka xwe ya bo Ermenistanê kir û bi van gotinan li dijî Azerbaycanê helwesteke tund nîşan da:

“Ev civîn ji bo her du aliyan xwedî girîngiyek e. Ji ber êrişa îlegal û dijwar a Azerbaycanê ya li hemberê erdên Ermenistanê, naveroka vê civînê li ser ewlekariyê ye.”

Di şerê du rojan a Azerbaycan û Ermenistanê de piranî ji aliyê Ermenistanê, li derdora 200 leşker hatibûn kuştin.

Bi van gotinên pelosî, Amerîkayê cara ewil di aloziya li Qefqesyayê de bi awayekî zelal ligel Ermenistanê ciyê xwe girt.

Hefteya borî Azerbaycan ji nişkave êriş biribû ser hêzên Ermenî yên li ser sînorê vî welatî.

Di topbarana du rojên ewil de ji sedî zêdetir leşkerên Ermenî hatibûn kuştin.

Bi giştî ji her du aliyan, li derdora 200 leşker hatibûn kuştin.

Serdana abîdeya Jenosîdê

Nancy Pelosi di serdana xwe ya li Ermenistanê çû Abîdeya Jenosîda Ermeniyan a Tsitsernakaberdê jî. Pelosî bi minasebeta serdana xwe de di twitterê de ev mesajê belav kiribû:

Kongre herdem berpirsiya me ya ji bo bîranîna kesên hatine kuştin qebûl dike, dîroka vê trajediyê piştrast dike û nahêle xerabiyeke wiha mezin careke din pêk were.

Kongreya Amerîkayê di rûniştina xwe ya di 2021’an de li ser pêşniyaza hukumeta Biden, Jenosîda Ermeniyan qebûl kiribû.

Kongre û Jenosîda Ermeniyan

Joe Biden beriya hilbijartinê soz dabû jenosîda ermeniyan bîne rojevê Kongreya Amerîkayê.

Kongre di rûniştina xwe ya di 2021’an de li ser pêşniyaza hukumeta Biden, Jenosîda Ermeniyan qebûl kiribû.

Bi vî awayî Biden guh nedabû zextên Tirkiyeyê û dawî li polîtîkaya nezelal a Washingtonê a di meseleyê de anîbû.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …