Li Asyayê welatên endam ên CICA'yê.

Konferansa navneteweyî ya Asyayê dest pê kir

Welatên Asyayê di konferanseke li Kazakistanê hatin cem hev

Armanca fermî ya bernameyê li vê parzemînê xurtkirina aramiyê û bihevbaweriya di navbera welatan de ye

Kazakistan di salên dawî de vediguhere yek ji navendên dîplomasiya di navbera welatên Asyayê de.

Êdî pirî caran bernameyên navneteweyî yên li Kazakistanê tên lidarxistin.

Vê carê bajarê Astanayê malovaniyê ji konferanseke navneteweyî ya Asyayê re dike.

Konferansa Hevkarî û Avakirina Tedbîrên Ewlehiyê (CICA), bi beşdariyeke berfireh li Astanayê dest pê kir.

Di roja ewil de dora axaftina, yê serokê Rûsyayê Vladimir Putin bû.

Putin wekî her car di vê bernameyê de jî sîstema cîhanê ku piranî di bin kontrola Amerîkayê de ye rexne kir.

Lîderê Rûs got, sîstema global a fînansê li ser bêedaletiyê hatiye sazkirin û welatên dewlemend, yên xizan ji bo berjwendiyên xwe bi kar tînin.

Konferansa Hevkarî û Avakirina Tedbîrên Ewlehiyê îsal ket 30 saliya xwe

28 welatên parzemîna Asyayê ligel 9 welatên çavdêr tevlî vê bernameyê dibin

Di heman bernameyê de serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî axaftinekê kir û wî jî berê rexneyên xwe da Amerîkayê.

Reîsî qala ambargoyên Amerîkayê kir û got, wê Îran ji serxwebûna xwe tawiz nede.

Li Asyayê welatên endam ên CICA’yê.

 

Konferansa Hevkarî û Avakirina Tedbîrên Jihevbaweriyê cara ewil di 1992’an de bi pêşniyaza Kazakistanê hatibû rojevê.

Bernameya îsal ket 30 saliya xwe, ji 28 welatên endam ên parzemîna Asyayê pêk tê.

Ji bilî endaman, 9 welat jî wekî çavdêr her sal tevlî vê konferansê dibin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya Peymana Penaberîyê nîqaş dike

Fatoş Demirtaş Nîqaşên li ser Peymana Penaberîyê ya Yekîtîya Ewrûpayê berdewam dikin. Li Ewrûpayê bi …