Li Brazîlê Lula nêzîkî serokatiyê ye

Encamên hilbijartinê wekî texmînan derketin û Lula bi 5 pûanan ket pêşiya Bolsonaro

Lîderê çepgir Lûla 48 ji %  dengan wergirt

Serokê heyî Jair Bolsonaro jî bû xwediyê 43 sedî ji dengan

Li Brazîlê ji bo hilbijartina giştî welatî duh çûn ser sindoqan.

Li derdora 150 milyon kes ji bo serok, parlemen û senatoya nû dengên xwe dan.

Di vê hilbijartinê de namzetê serokatiyê Lula da Silva wekî wekî sembola îstikrarê derket pêş.

Hemû sondajên ji bo hilbijartinê Lula wekî wekî favoriyê serokatiyê nîşan dan.

Lulayê xwe spart vê motîvasyon û coşê, kampanyaya xwe bi soza serkeftinê bi dawî kir.

Lula ket pêşiya Bolsonaro

Encamên hilbijartinê wekî texmînan derketin û Lula bi 5 pûanan ket pêşiya Bolsonaro.

Harîteya cografyaya hilbijartinê. Eyaletên bakur û rojhilat ji bo Lula dengên xwe dan.

Lîderê çepgir Lûla 48 ji %  dengan wergirt.

Serokê heyî Jair Bolsonaro jî bû xwediyê 43 sedî ji dengan.

Digel vê jî dengên hatin dayîn têra hilbijartina Lula nekir.

Ji bol i Brazîlê serok bê hilbijartin divê yek ji namzetan 50 ji % dengan bi dest bixe.

Lewma jî wê di 30’ê cotmehê de tûra duyemîn a hilbijartinê bê lidarxistin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …