Li Îtalyayê mîtîngên partiyan hatin protestokirin

Li Îtalyayê bi nêzîkbûna hilbijartinê re, li kolanan tansiyon bilind dibe

Di mîtîngên li Palermo û Ponticiyê yên du partiyên cuda de alozî derket

Bernameya yekemîn a alozî tê de mîtînga partiya Fratelli d’Italia ango Biraderên Îtalyayê bû.

Namzeta serokwezîriyê Giorgia Meloni tevlî bernameya li Palermoyê bû û axaftinekê kir.

Ber bi dawiya bernameyê ve li dijî vê partiya rastgir çalakiyek hate lidarxistin.

Giorgia Meloni. Seroka Fratelli d’Italiayê di heman demê de lîdera rasta radîkal e.

Li derdora 50 çalakgerên li bajêr, bi slogan û pankartan xwestin têkevin qada mîtîngê.

Çalakiya mixalifên partiyê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate astengkirin.

Di heman rojê de bûyereke din jî di dema bernameya Partiya Demokratîk (PD) a li bajarokê Porticiyê pêk hat.

Di dema axaftina Wezîrê Tenduristiyê Roberto Speranza de komeke xwendekar çalakiyek protestoyî li dar xistin.

Xwendekarên boyaxa sor di destên xwe dan, mirina hemkarê xwe yê 18 salî ya di dema staja di febrîqeyekê de protesto kirin.

Li gorî anketên dawî, Fratelli d’Italia herî kêm 25 ji %  dengan werdigire û dibe partiya yekemîn a Îtalyayê.

Hilbijartin 25ê îlonê ye

Hilbijartina giştî ya Îtalyayê wê di 25’ê îlonê de bê lidarxistin.

Li gorî anketên dawî, Fratelli d’Italia herî kêm 25 ji %  dengan werdigire û dibe partiya yekemîn a Îtalyayê.

Eger ev texmîn rast derkeve, Fratelli d’Italia bi her du lîderên rastgir Salvini û Berlusconî re koalîsyoneke rasta radîkal ava bike.

Li Îtalyayê hilbijartina parlemenê wê di 25ê îlonê de bê lidarxistin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …