Bosna-Hersek hilbijartineke din li dûv xwe hişt

Li Bosna Hersekê, hilbijartina giştî hate lidarxistin

Di dengdanê de serokatiya dorveger, parlemena neteweyî û parlemenên kantonan hatin hilbijartin

Hilbijartina dawî ya Bosnayê, îsal di nava problemên giran ên welêt de hate lidarxistin.

Gendeliya siyasî û parçebûna etnîk a di navbera sirb, kroat û boşnakan de bû sebeb beşdariya dengdanê kêm be.

Lewma jî bi tenê 50 ji % hilbijêran çûn ser sindoqê.

Bê guman ev jî gumanên li dora rewabûna sîstema siyasî zêdetir kir.

Di hilbijartina giştî de ji her sê miletên li welêt dijîn, serokek hate hilbijartin.

Ev nûnerên ku Sirban, Kroatan û Boşnakan temsîl dikin wê bi rengekî dorveger serokatiyê bikin.

Gendeliya siyasî û parçebûna etnîk a di navbera sirb, kroat û boşnakan de bû sebeb beşdariya dengdanê kêm be.

Bi serokatiya dorveger re parlemana neteweyî û parlemenên kantona Sirb û ya Kroat-Boşnak jî hatin hilbijartin.

Di encama hilbijartinê de li ser navê kroatan Denis Becirovic kursiya serokatiyê bi dest xist. Zeljko Komsic jî ji bo boşnakan bû xwediyê heman kursiyê.

Li herêma sirban Republuka Sirpskayê serokê heyî Milorad Dodik û Jelena Trivic her du bi hev re serkeftina xwe ya ji bo serokatiyê ragihandin.

Tê payîn wê encamên hilbijartina li ê herêmê di nava demeke kurt de ji aliyê desteya hilbijartinê ve bê ragihandin.

Li welêt di navbera her sê miletan de piştî hilweşîna Yûgoslavyayê şerekî navxweyî pêk hat û di encama midaxaleya Amerîka û hêzên Ewrûpî de dewleta Bosna-Hersekê hat avakirin.

Kurtedîroka Bosna-Hersekê

Bosna Hersek welatekî pir-etnîkî û pir-olî ye ku ji Sirb, Boşnak û Kroatan pêk tê.

Li welêt di navbera her sê miletan de piştî hilweşîna Yûgoslavyayê şerekî navxweyî pêk hat û di encama midaxaleya Amerîka û hêzên Ewrûpî de dewleta Bosna-Hersekê hat avakirin.

Komên etnîk ên li Bosna-Hersekê

Di şerê navxweyî de zêdetirî 100 hezar kes hatin kuştin û bi milyonan kes terka cîûwarê xwe kirin.

Piştî şer, bi navbeynkariya Amerîkayê her sê hêzên etnîk li hev kirin û welateke federal a ji du herêman pêk dihat hate damezrandin.

Di çarçoveya peymanê de Sirbên li welêt bûn xwediyê herêma otonom Repûplîka Sirpska, boşnak û kroat jî bûn xwediyê herêma bi navê Federasyona Bosna-Hersekê.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …