Li Îtalyayê Giorgia Meloni bi ser ket

Li Îtalyayê texmîna anketên ji bo hilbijartinê rast derket

Partiya post-faşîst Fratelli d’Italya di encama hilbijartina yekşemê de bû yekemîn

Bi vê encamê riya serokwezîriya hukumeteke koalîsyonê li pêşiya Giorgia Meloni vebû

Roja yekşemê 51 milyon hilbijêrên li Îtalyayê ji bo parlemen û senatoya nû çûn ser sindoqan.

Reqabeta siyasî ya beriya hilbijartinê, di navbera eniya partiyên rastgir û partiyên çepgir de derbas bû.

Eniya partiyên rastgir a di bin rêvebiriya Fratelli d’Italyayê de, encamên performansa xwe ya kampanyayê bi dengên hatin bikaranîn bi dest xistin.

Ajîtasyona siyasî ya mezin, bû sebeb eniya ji 3 partiyên rastgir û rasta radîkla pêk dihat, di hilbijartinê de bibe hêza siyasî ya yekemîn.

Li gorî encamên dawî, her sê partiyên rastgir 45 ji %  dengan wergirtin.

Partiya Meloni Fratelli d’Italia bi rêjeya 26 ji % bû partiya yekemîn hilbijartinê.

Bi vê encam, bloqa wekî post-faşîst tê pênasekirin, dikare piraniya kursiyên li parlemen û senatoyê bi dest bixe.

Ev jî derî li hukumeta koalîsyonê ya Giorgia Meloni, Silvio Berlusconi û Matteo Salvini re vedike.

Di vê hukumetê de serokwezîrtî, ji seroka Fratelli d’Italya Giorgia Meloni re dikeve.

Li gorî encamên dawî, her sê partiyên rastgir 45 ji %  dengan wergirtin.

Partiya Meloni Fratelli d’Italia bi rêjeya 26 ji % bû partiya yekemîn hilbijartinê.

Meloni çi got?

Meloniya ji vê rewşê kêfxweş e, piştî dengdanê daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist.

Şefa bloqa rastgir, berevajiya kampanyaya xwe ya hişk, di axaftina xwe de mesajên aramiyê da.

Meloni got, pêşbirka siyasî taybetiyeke sîstemên demokratîk in û divê hemû hêzên siyasî hurmetê nîşanî hev bidin.

Bi van gotinan, lîdera Fratelli d’Italia ji partiyên siyasî encaman qebûl bikin û li hemberê rêvebiriya wê nebin asteng.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …