Îtalya serkeftina Meloni nîqaş dike

Serokê Partiya Demokrat (PD) Enrico Letta serkeftina bloqa rastgir wekî “rojeke reş a ji bo Îtalyayê” pênase kir.

Matteo Salviniyê ku ji encamên hilbijartinê kêfxweş bû, li pêş kamerayan peyama yekitiya bloqa rastgir da.

Parçebûna siyasî ya Îtalyayê piştî hilbijartinê jî wekî berê berdewam dike.

Medya li gorî sekna xwe ya siyasî destekê dide yek ji herdu bloqên siyasî.

Li aliyekî din, di hemû manşetên rojnameyan de serkeftina siyasî ya Giorgia Meloni û lîderên din ên rastgir tê ragihandin.

Gelê Îtalyayê ye di vê parçebûna siyasî de helwestên xwe yên cuda diyar dikin.

Hin ji welatiyan bi tundî li dijî serkeftina hilbijartinê ya partiya post-faşîst Fratelli d’Italyayê derdikevin.

Ev kes ne qayil in Meloni wekî lîderekî Îtalyayê qebûl bikin.

Lê hin ji welatiyan bi her awayî bi Meloni re ne û dixwazin rojek beriya rojekê şopgera Benîto Musolînî bibe serokwezîra Îtalyayê.

Şoka encamên hilbijartinê, bandorê li siyaseta parçebûyî ya Îtalyayê jî dike.

Giorgia Meloni. Lîdera rastgir sempatiya xwe ya ji bo Mussolini venaşêre. Lewma jî partiya wê “post-faşîst ” tê pênasekirin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Îtalyayê Enrico Letta, derbarê encaman de daxuyaniyekê da û têkçûnê qebûl kir.

“Rojeke reş a ji bo Îtalyayê”

Lettayê ku partiya wî berê hukumetan damezrandibû, serkeftina bloqa rastgir wekî “rojeke reş a ji bo Îtalyayê” pênase kir.

Lêbelê Matteo Salviniyê ku ji ber encamên hilbijartinê ji kêfa wî re payan tune ye, li pêş kamerayan peyama yekitiya bloqa rastgir da.

Serokê Legayê got, ji bo hukumeta di bin serokwezîriya Giorgia Meloni de, wê tifaqa xwe ya bi Fratelli d’Italyayê re bidomîne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …