Zelensky bi Guterres û Erdogan re civiya

Serokê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan çû serdana lîderê Ûkraynayê Volodimir Zelensky.

Erdogan  li bajarê Lvivê ya li rojavayê Ûkraynayê ji aliyê Zelensky ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtina di navbera her du lîderan de ji ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Lewma jî wekî hevdîtina Erdogan û Putin a li Soçiyê, naveroka vê hevdîtinê jî veşartî ma.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî dûre beşdarî hevdîtina Erdogan û Zelesnky bû.

Guterres, Erdogan û Zelensky li ser hewildanên ji bo bidawîkirina şer, korîdora xurekan û ewekariya santrala nukleer a Zaporojyeyê axivîn.

Li pêyî hevdîtinê, her sêyan daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Erdogan got, Tirkiye amadeye ji bo bidawîkirina şer bibe navbeynkar.

Herwiha Erdogan da zanîn, wan li ser mijara leşkerên êsîr jî gotûbêj kirine.

Ewlekariya Zaporojyeyê

Zaporojye santrala herî mezin a Ewrûpayê ye. Santral di dema Sovyetê de hatiye avakirin.

Guterres jî di axaftina xwe de, li ser Santrala Nukleer A Zaporijyayê sekinî.

Sekreterê Giştî yê Neteweyê Yekbûyî got, santral divê wekî parçeyekî operasyona leşkerî neyê bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye, Rûsya û Ûkrayna ji hingê ku Rûsyayê santral bi dest xistiye vir ve, hevdu bi bombebaranê tawanbar dikin.

Vê santrala herî mezin a Ewrûpayê gelekî nêzîkî xeta şer e.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Konferansa Parlamentoya Ewrûpayê ya li ser girtîyên siyasî

Endamê Parlamentoya Ewrûpayê Massîmîlîano Smerîglîo, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Mafên Mirovan a …