Şerê desthilatê yê li Bexdayê

A.Rahman Çelîk

Di pevçûnên li kolanên Bexdayê de 23 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn

Hukumet li hemû aliyên Iraqê qedexeya derketina derve ragihand

Li Iraqê, krîza siyasî her ku diçe kurtir dibe.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedr  derket pêşberî kamera û bang li alîgirê xwe kir.

Sadir di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di çalakiyan de kesên hatine kuştin û kujer mîna hev in.

Lewma bang li alîgirê xwe kir dawî li çalakiyên xwe bînin û ji qadê vekşin.

Muqteda Sedr di vê daxuyaniyê de got careke din wî biryar daye ji ji siyasetê vekişe.

Bi vê rejî sadr got wê li bajarê Necefê jiyana xwe bidomîne.

Beriya vê daxuyaniya Sedr, polêsên Iraqê bang li alîgirên tevgera Sedr kiribûn ku dawî li çalakiya xwe bînin û ji Herêma Kesk vekişin-

Lê digel vê jî çalakgeran qesra Komargeriyê dagir kirin û ev jî bû sebeba midaxaleya polêsan.

Muqteda El Sedr. Banga lîderê şîî yê Iraqê bû sebeba kuştina bi dehan kesan.

Di encama vê de çalakgeran di ber xwe dan û Bexda bû qada şer.

Rêvebiriyê bi midaxaleya xwe re pêşiyê li Bexdayê derketina derve qedexe kir.

Paşê jî qedexe li seranserê Iraqê hate berfirehkirin.

Li gorî agahiyên dawî hate di pevçûnên kolanan de 23 welatî hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Kurteçîroka aloziyê

Muqteda Sedr li gel ku xwedî nasnameyeke Şiî ye, siyaseteke netewperestî ya li dij Îran û Amerîkayê dimeşîne.

Hilbijartina Cotmeha sala borî ya ku beşdarî gelek kêm hat kirin, Tevgera Sedr bû partiya yekem.

Tevî bloka ku di parlemanê de pêk anîbû, hejmara kursiyên wan têra avakirina hikûmeteke nû nekiribû.

Meha Hezîranê, Sedr ji bona ku bi aliyên din ên Şiiyên ku Îran piştevaniya wan dike re koalîsyonê pêk neyîne, tevî parlementerên xwe ji parlemanê îstifa kiribûn.

Lewma jî mafê avakirina hikûmetê derbasî aliyê Çarçoveya Hemahengî ya li dij bibû.

Li pêyî Çarçoveya Hemahengî  Muhammed el-Sudanî wekî serokwezîr pêşniyar kiribû, alîgirên wî bertek nîşan dabûn.

Pê re jî ketibûn Herêma Kesk û parlemana Iraqê dagir kiribûn.

Sedrr xwestibû parleman ji hev bê belavkirin û Qanûna Bingehîn a Iraqê bê guhertin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya qerta pereyan wê bide penaxwazan

Fatoş Demirtaş  Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaberan. Hikumet radigihîne, bi …