Amerîka û Japonya dest bi tetbîqatekê kirin

Japonya tevlî Amerîkayê, li Deryaya Japon dest bi tetbîqatê kir

Ciyê minawreyên leşkerî li hemberê peravên Çînê ye

Li derdora 2 hezaran leşkerên ji her du welatan tevlî vê tetbîqatê dibin

Japonyaya ku di 70 salên dawî de terka polîtîkaya mîlîtarîzmê kiribû, gav bi gav vê sekna xwe diguherîne.

Tokyo di salên dawî de hêza xwe ya leşkerî xurtir dike û li derya û bejahiyê tetbîqatan li dar dixe.

Tetbîqata dawî ya li Japonyayê, bi beşdariya Amerîkayê di 29’ê Tebaxê de dest pê kir.

Çima Kumamoto?

Ciyê minawreyên leşkerî ku ji 5 salan carekê tê lidarxistin, devera Kumamoto ya li başûrê welêt bû.

Ev der li hemberê peravên Pasîfîkê yên Çînê ye û ji ber vê giringiya xwe, nuqteyeke hesas tê qebûlkirin.

Li derdora 1400 leşkerên Japon ligel 700 personelên artêşa Amerîkayê tevlî vê tetbîqatê bûn.

Di tetbîqatê de fuzeyên antî tank ên bi navê MAT û Javelîn hatin bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye, di her du hefteyên ewilî yên meha tebaxê de cîranê Japonyayê Çînê jî tetbîqatên mezin lidarxistibûn.

Bi van tetbîqatên li dora girava Taywanê, li herêmê tansiyon bilind bûbû û tevlî Amerîkayê Japonyayê Çîn hişyar kiribû.

Tetbîqat li Kumamotoyê ku nêzîkî Çînê ye tê lidarxistin

Siyaseta mîlîtarîst  

Hêjayî bibîrxistinê ye, di çend salên dawî de alîgirên mîlîtarîzmê  di siyaseta Japonyayê de gav bi gav dibin serdest.

Bi taybetî şerê li Ûkraynayê derfeta dide siyaseseta mîlîtarîst da ku alîgirên sekna klasîn a aştîxwaz Japonyayê bê tesîr bike.

Nîqaşên li ser polîtîkaya aştîxwaz a Japonyayê cara ewil di dema serokwezîr Shinzo Abe de dest pê kiribû.

Abe, butçeya artêşê japon zêde kiribû û xwestibû welatê wî di aloziyên çekdarî yên navneteweyî de bibe alî.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …