Ewrûpa 500 milyon Euro dide Ûkraynayê

Ewrûpaya deriyên xwe ji Ûkraynayê vekir alîkariya xwe ya ji bo vî welatî didomîne

Bruksel biryarê da ji bo alîkariya leşkerî 500 milyon Euro bide Ûkraynayê

Yekitiya Ewrûpayê bi gavên mezin, têkiliyên xwe bi Ûkraynayê re pêş dixe.

Bruksel piştî statuya namzetiyê da Ûkraynayê, prosesa ji bo endamtiyê ji vî welatî re vekir.

Konseya Yekitiya Ewrûpa-Ûkraynayê ku di vê çarçoveyê de hatibû damezrandin, civîna xwe ya yekemîn li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Denîs Şîmîhal, rêvebiriya civîna li Brukselê kir.

Di serî de şefê dîplomasiya Ewrûpî Josep Borrell û berdevkê sereke yê Yekitiya Ewrûpayê Eric Manner, burokratên payebilind ên Yekitiya Ewrûpayê tevlî vê civînê bûn.

Denîs Şîmîhal. Serokwezîrê Ûkraynayê civîna Konseya Yekitiya Ewrûpa-Ûkraynayê bi rê ve bir.

Piştî civînê biryar hate girtin, alîkariya Brukselê ya ji bo Ûkraynayê wê ji bo alîkariya leşkerî 500 milyon euroyî bişîne Ûkraynayê.

Josep Borrell di daxuyaniya piştî çapemeniyê de qala girîngiya piştevaniya bi Ûkraynayê re kir.

Borrel wiha axivî: “Armanca yekemîn a alîkariya me, bidawîkirina şerê li Ûkraynayê ye. Ji ber ku em dixwazim ev şer rojek beriya rojekê bi dawî bibe. Em dixwazin bila piştî vî şerî ji serweriya Ûkraynayê re rêz bê girtin.”

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …