Pûtîn: Ambargo civaka ewrûpayê hilweşand

Pûtîn her cara ku derbarê aloziya Rûsya û welatên Rojava de devê xwe vedike, gotinên wî dibin rojev.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vê carê jî qala ambargoyên li dijî welatê xwe kir û ajot ser Yekitiya Ewrûpayê.

Pûtîn di Forûma Aboriyê ya Rojhilat ya li bajarê Vladîvostokê axivî û derbarê hin mijaran de gotinên balkêş kirin.

Serokê Rûsyayê got, qelîteya jiyanê ya Ewrûpayê di bin ambargoyan de hilweşiya ye û ji bo vê encamê, rêvebiriyên welatên Ewrûpayê tometbar kir.

Zadê Ûkraynayê

Putîn li ser peymana korîdora zad a bi Ûkraynayê re jî axivî û îdîa kir, hema hema hemû zadên vî welatî di dewsa welatên xizan de, dikeve destên welatên dewlemend.

Yek ji mijarên Pûtîn li ser sekinî, geşbûna aboriyê ya li herêma Asya-Pasîfîkê bû.

Lîderê Rûs got, welatên li vê herêmê ev demeke dirêje ji asta cîhanê zêdetir pêş dikevin.

Pûtîn di axaftina xwe de li ser têkiliyên vê herêmê yên bi Rûsyayê re jî sekinî û got, welatên Asya-Pasîfîkê ambargoyên Ewrûpa û Amerîkayê qebûl nakin û danûstendina xwe ya bi Rûsyayê re didomînin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya qerta pereyan wê bide penaxwazan

Fatoş Demirtaş  Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaberan. Hikumet radigihîne, bi …