Ji Almanyayê ji bo Taywanê desteka şermok

Delegasyoneke Parlemena Almanya Bundestagê çû sersdana Taywanê

Wekîlên alman ji bo Pekînê hêrs nekin, di civînan de qet qala aloziya li Çîn û Taywanê nekirin

Ev jî wekî destekeke şermokî ya Almanyayê ya ji bo Taywanê hate şîrovekirin

Komeke wekîlên Parlemena Almanyayê ku ev 5 roj in li Taywanê bûn, serdana xwe bi dawî kirin.

Heyeta Bundestagê bi seroka Taywanê welêt Çay Ing-Wen û bi hîn nûnerên hukumetê re rûnişt.

Di hevdîtina dawî de berpirsê heyetê Klaus-Peter Willsch got, ew hukumeta Almanyayê temsîl nakin û lewma jî nikarin derbarê polîtîkaya derve de  de biaxivin.

Willsch wiha axivî:

Klaus-Peter Willsch. Wekîlê CDU’yê parlemenê serokatiya delegasyona alman kir.

“Di vê koma parlemenê de 6 hêzên siyasî yên Almanyayê tên temsîlkirin. Em ji bo hevkariyê û pêşxistina têkiliyan li vir in. Lê em ne hukumet in û li ser navê wezareta karên derve nikarin biaxivin.”

Bi vî awayî, wekîlên alman nexwestin derbarê aloziya di navbera Çîn û Taywanê de biaxivin û rastî reaksiyonên rêvebiriya Pekînê bên.

Ev jî wekî destekeke şermokî ya Almanyayê ya ji bo Taywanê hate şîrovekirin

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê di 2’yê tebaxê de bi daxuyaniyekê desteka xwe ya ji bo Taywanê ragihandibû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …