Serokê Peruyê rastî zexta hiqûqî hat

Serê lîderê Peruyê Castillo ji belayê rizgar nabe

Şefê welêt vê carê rastî giliyê Serdozgeriya Peruyê hat

Serokê Peruyê Pedro Castillo piştî ajîtasyona siyasî, îcar jî midaxaleya sîstema hiqûqê hat.

Serdozgeriya Lîmayê, Castillo bi lîderiya rêxistineke sûcan û gendeliyê tawanbar kir.

Îddia ev e, Castillo Destûra Bingehîn binpê kiriye û sûcên gelemperî pêk aniye.

Serok Pedro Castillo ji bo bersiva bide van îddiayan derket pêşberî çapemeniyê.

Lîderê Peruyê got “kiryara serdozgeriyê derbeyek e” û dom kir:

“Îro, saetên sibehê, li Peruyê înfaza derbeyeke celebekî nû dest pê kir. Di aleyhê me de lêpirsîn dan destpêkirin, me bi binpêkirina Destûra Bingehîn sûcdar dikin. Sûcekî ku hîç eleqeya me pê tuneye dixin stûyê me.”

Ji ber ku Castillo lîderê welêt e, mafê wî yê parêzbandiyê heye.

Lê giliyê dawî ya serdozgeriyê dikare bibe sedema ku serokdewlet li Kongreyê bê darizandin.

Beriya van îddiayan, pênc kesên bi Castillo hevkarên wî hatibûn binçavkirin.

Heta niha li dijî wî 5 lêpirsînên cezayê hatine destpêkirin.

Li Peruyê di ji sala 2016’yan ve 5 serok hatin guhertin û cara dawî Pedro Castillo di sala 2021’ê bû serokdewletê welêt.

Ew ji dema ku hatiye ser kar û vir ve du caran ji tawanbariyên di der barê wî de hatibûn kirin, rizgar bû.

Ji ber ku Castillo lîderê welêt e, mafê wî yê parêzbandiyê heye.

Lê giliyê dawî ya serdozgeriyê dikare bibe sedema ku serokdewlet li Kongreyê bê darizandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …