Tag Archives: polîtîka

Çîn bi artêşê gef li Amerîkayê xwar

Aloziya li dora serdana muhtemel a Pelosî ya bo Taywanê kûrtir dibe Çînê bi daxuyaniyekê careke din gef li Amerîkayê xwar Amerîka jî di cî de bersiv da û ji bo kûrkirina aloziyê Çînê berpirs nîşan da Nancy Pelosiya ku serdana Asya-Pasîfîkê didomîne, di navenda aloziyeke nû ya cîhanê de …

Bêtir »

Ûkrayna êrişî Sîwastopolê kir

Di Roja Hêza Deryayî de Rûsya şoveke din a leşkerî kir Pûtîn got, keştiyên şer ên Rûsyayê wê êdî fuzeyên hîpersonîk bi kar bînin Di heman rojê de Ûkraynayê êriş bir ser navenda hêzên deryayî ya Derya Reş a li Sîwastopolê Duh salvegera roja hêzên deryayî ya Federasyona Rûsyayê bû. …

Bêtir »

Li Pasîfîkê hevkariya Japonya û Îndonezyayê

Li Okyanûsa Pasîfîkê, tifaqa li hemberê Çînê xurtir dibe Japonya û Îndonezya biryar dan, hevkariya di warê ewlekariyê de derxin asteke bilind. Hemleya Amerîka û hevalbendên wê yên li Pasîfîkê, bi gavên nû berfirehtir dibe. Navenda vê aktîvîzma nû ya dîplomatîk welatê herî zengîn ê herêmê, Japonya ye. Piştî civîna …

Bêtir »

Îsraîl bi Marokê re peymanekê îmze kir

Îsraîl û Marok piştî avakirina têkiliyên dîplomatîk gaveke din jî avêtin Her du welat peymaneke di warê sîstema edaletê de îmze kirin Ji bo peymanê, wezîrê edaletê yê Îsraîlê Gîdeon Saar çû Marokê. Belgeya hevkariya di warê hiqûqê de, ji aliyê Saar û hemkarê wî yê Marokî Abdelatîf Wehbî ve …

Bêtir »

Orban: Polîtîkayên Ewrûpayê bêkêr in

  Lîderê Hûngaryayê Vîctor Orban di meseleya Ûkraynayê de Ewrûpayê bi şerxwazî û bêkêriyê tometbar kir Orban ji bo çareseriya meseleyê îşaret muzakereyên di navbera Washington û Moskowê de pêşniyaz kir Lîderê rastgir ê Hûngaryayê Victor Orban vê carê bi daxuyaniyên derbarê krîza li Ûkraynayê kete rojeva cîhanê. Orban di …

Bêtir »

Boris Johnson îstifa kir

A.Rahman Çelîk Li hukumeta Brîtanyayê pêla îstifayan didome. Piştî Wezîrê Darayî û Wezîrê Tendurustiyê, hejmara kesên îstifa kirin di navbera 24 saetan de ji 50 derbastir kir. Li ser vê yekê, muxalefetê û partiya serokwezîr Borîs Johnson zor dan wî ku îstifa bike. Johnson ji dêvla ku îstifa bike, ling …

Bêtir »

Li Brîtanyayê erdheja siyasî

A.Rahman Çelîk Brîtanya bi 50 îstîfayên ji hukumeta Borîs Johnson ket nava krîzeke siyasî ya kûr dema şewba koronayê Johnson qaîdeyên ku wî bi xwe danîbûn binpê kiribû û ev jî bûbû sebeba pêleke hêrse ya di nava civakê de Li Brîtanyayê hikûmeta Boris Johnson bi krîzeke siyasî re rû …

Bêtir »

Kaliningrad navenda krîza nû ya li rojhilatê Ewrûpayê ye

Kalînîngrad herêmeke biçûk a Rûsyayê ye ku di navbera Polonya, Lîtwanya û Deryaya Baltik de ye. Kalîningrad bi mewqiya xwe ya stratejîk, malovaniyê ji çend baregehên hêzên deryayî yên Rûsyayê re dike. Qedexeya Lîtwanayayê ya li ser sewqiyata kargoyê ya ji bo Kalînîngradê, ev çend roj in di rojeva Rûsyayê …

Bêtir »

Gerîlayê berê bû serokê Kolombiyayê

  Tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê yên Kolombiyayê, encameke dîrokî bi xwe re anî. Li welêt cara pêşî hegemonyaya partiyên rastgir a li ser siyasetê hate şikandin. Gustavo Petroyê ku destekeke berfireh ji tevgerên civakî girt, ji sedî 50’yê dengan wergirt û serokê welêt. Namzetê rastgir û nûnerên sektora kar …

Bêtir »

Macron piraniya parlemenê winda kir

Piştî hilbijartinên serokatiyê, li Fransayê çavên herkesî li ser encamên hilbijartinên parlemenê bû. Di tûra yekemîn de her sê hêzên gewre piraniya dengan parve kiribûn û encamên teqez ji bo tûreke din mabûn. Duh tûra duyemîn a dengdanê hat lidarxistin û di encama vê de kompozîsyona parlemena Fransayê zelal bû. …

Bêtir »

SPD li Nord Rhein Westfalyayê têk çû

Nord Rhein Westfalya bi nifûsa xwe ya li derdora 17 milyonî eyaleta herî mezin a Almanyayê ye. Nord Rhein Westfalya ji aliyê aboriyê ve jî eyaleta herî dewlemen a li Almanyayê ye. Salane hilberîna endustriyê ya li eyaletê ji 300 milyar euroyî zêdetir e. Siyaseta Almanyayê, bi encama hilbijartineke herêmî …

Bêtir »

Aloziya Ûkraynayê mora xwe li V-Dayê xist

Meşa Leşkerên Nemir ji aliyê wateya xwe ya dîrokî ve xwe dispêre rizgariya Ewrûpayê ji Naziyan. Artêşa Sovyetê 9’ê gulana 1945’an Almanyaya Nazî têk biribû û paytext Berlîn dagir kiribû. Şerê li Ûkraynayê wekî gelek qadên din îsal bandora xwe li pîrozbahiyên Roja Serkeftina li dijî Almanyaya Nazî jî kir. …

Bêtir »

Japonya polîtîkaya xwe ya pasîfîst nîqaş dike

Şerê li Ûkraynayê ji ber bandorên xwe yên jeopolîtîk dibe sebeb li cîhanê mîlîtarîzm pêş bikeve Piştî Almanyayê, niha jî Japonya bêalîbûna xwe ya leşkerî û lêçûyinên ji bo artêşê nîqaş dike. Japonya ji aliyê meseleya parastinê ve ev 80 sal in xwedî polîtîkayeke pasîfîst e. Li gorî destûra bingehîn …

Bêtir »

Amerîka gefa dagirkirinê li Solomonê xwar

Amerîka li Okyanûsa Pasîfîkê stratejiya pêşîgirtina li Çînê dimeşîne. Washington diyar kir, eger Çîn li Solomonê baregehan ava bike ew ê jî vî welatî dagir bike. Beriya niha serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison jî derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû û gotibû ew tu carî naxwazin Çîn li Solomonê baregehan ava bike. …

Bêtir »

Macron: Retorîka demokrasiyê lê polîtîkayên otorîter

Macron di tevahiya kampanyayê de bi zimanekî maqûl nêzîkî daxwazên hilbêjêrên rasta nîjadperest bû. Ev yek ji aliyekî ve wekî rêbazek ji bo jinûvehilbijartinê dikare bê nîşandayîn. Lê ji aliyekî din ve jî wekî nimûneya zemîna îdeolojîk a Macron li ser disekine, dikare bê dîtin. Bi gotineke din, civaka Fransî …

Bêtir »

Li Fransayê serfirazî bû para Macron û Le Pen

  Di hilbijartina Fransayê de 12 namzet ji bo serokomariyê ketin nav pêşbirkê. Tu namzetan şertê tûra ewil ê ji % 50 derbas nekirin û wekî serokomar nehatin hilbijartin. Di tûra duyem de, Emmanuel Macron û namzeta rastgir Marine Le Pen wê di ber hev bidin Li gorî encamên hilbijartina …

Bêtir »

Gelo Ewrûpa wê fonên Hûngaryayê qut bike?

Ji ber sekna siyasî ya Orban, hilbijartina li Hûngaryayê ji aliyê Yekitiya Ewrûpa û Rûsyayê jî ji nêzîk ve dihate şopandin. Lîderê Hûngaryayê, di nava Yekitiya Ewrûpayê de dostê herî nêzîk ê Vladîmîr Pûtîn tê naskirin. Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ûrsûla von der Leyen di axaftina xwe ya li Parlemena Ewrûpayê …

Bêtir »

Çima divê Ewrûpa rexneyeke xurt li xwe bike?

Di çarçoveya stratejiya partnerê biçûk de Ewrûpa ne tenê di warê leşkerî de (Di vê mijarê de herdem dikare pişta xwe bi NATOyê girêbide) lê di warê aborî û bi taybetî jî di mijara enerjiyê de jî zêdetir dimîne li ber rehma hêzên din. Gelo ji bo Fînlandiya, Swêd, Swîsre …

Bêtir »

Serokê komedyen ê Ûkraynayê: Zelenskî

Di dema şer de jî Zelenskî ferqa xwe ya ji rêvebiriya Rûsyayê nîşan da û di dewsa daxiyaniyên klasîk de, gelek caran bi selfiyên xwe derket pêş. Herwiha Zelenskî bi van gotinên xwe henekê xwe bi Pûtîn kir: “Ji welatê me derkeve. Eger tu dernakevî ka were bi min re …

Bêtir »

Çîn li Ûkraynayê Pûtîn tenê hişt

Ji ber tirsa parçebûna li nava malê, rêvebiriya Çînê herdem di polîtîkaya xwe ya derve de destekê dide yekitiya axê û dixwaze sînorên heyî yên welatên cîhanê bên parastin. Ji ber vê sebebê, Çîn di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de biryara li dijî Rûsyayê veto nekir. Dema ku bi …

Bêtir »

Dostaniya Tirkiye û Rûsya ber dawî ve diçe?

A.Rahman Çelîk Tirkiye bi destpêka Şerê Ûkraynayê êdî nikare di navbera her du welatan de polîtîkaya balansê bimeşîne. Wisa xuya dike Enqere di meseleya dawî de wê bide pey rêka NATO’yê. Bê guman wê ev yek jî wê bi hêsanî pêk neyê û berdêlên wê hebe. Yek ji welatê ku …

Bêtir »