Holanda xwest li derveyî peymana penaberîyê bê hiştin

Hikumeta holandî ji bo li derveyî peymana penaberîyê bê girtin, serî li Brukselê da.

Koalîsyona ji çar partîyan pêk dihat, piştî hilbijartinê soz dabû ‘tedbîrên hişk’ li dijî penaberîyê bigire.

Partiya Geert Wilders (PVV) hewl dide Holandayê ji Yekîtîya Ewrûpayê dûr bixe.

Hikumeta holandî ji bo li derveyî peymana penaberîyê bê girtin, serî li Brukselê da.

Serlêdana Holandayê ji alîyê Wezîra Penaxwazî û Koçberîyê Marjolein Faber ve hat kirin.

Faber di parvekirina xwe ya Xê de agahîya derbarê mijarê de wiha da:

“Min aniha Komîsyona Ewrûpayê agahdar kir ku ez dixwazim di meseleyên koçberîyê de Holanda li ‘derveyî’ Ewrûpayê bê hiştin.

Koalîsyona ji çar partîyan pêk dihat, piştî hilbijartinê soz dabû ‘tedbîrên hişk’ li dijî penaberîyê bigire.

Lê tu kes hêvî nake Yekîtîya Ewrûpayê bersiveke erênî bide Holandayê.

Ji ber ku Holanda tevlî 26 endamên din ên yekîtîyê par peymana penaberîyê îmze kiribû.

Berî niha Denmark, Îrlanda û Polonya daxwaz kiribûn hin hukmên peymanên heyî ji bo wan bên betalkirin.

Lê ev daxwaz berîya îmzekirina peymanan hatibû muzakerekirin û alîyan li hev kiribûn.

PVVya rastgir dixwaze li Holandayê di meseleya penaberîyê ‘krîzeke neteweyî’ rabigihîne û tedbîrên hişk cîbicî bike.

Bernameya hikumeta holandî ya ji bo penaberîyê wiha ye:

  • Destûra bêsînor a ji bomafê rûniştinû ji holê tê rakirin.
  • Rewşa penaberên destûrê girtine wê dem bi dem bê kontrolkirin û kesên êdî pêdivîya wan bi parastinê tune be bên deportkirin.
  • Hatina endamên nû yên malbatê têbi sînor kirin û daxwaza wan vîzeyê tê redkirin.
  • Hiqûqa vederkirina penaxwazan tê hêsankirin.Kesên daxwaza wan a penaxwazîyê hatibin redkirin wê bên deportkirin.

———————————-

Foto: Ala Holandayê 

Infowelat

Holanda êrişî mafên penaberan dike

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …