AfDya ku nîjadpereste û rasta radîkal temsîl dike, li Thuringenê ji 32,4ê dengan bi dest xist.
Bi vê encamê, ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve partîyeke rasta tund hilbijartineke herêmî de bi ser ket.
Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) di hilbijartinên li du eyaletan bi ser ket.
AfDya ku nîjadpereste û rasta radîkal temsîl dike, li Thuringenê ji 32,4ê dengan bi dest xist.
Bi vê encamê, ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve partîyeke rasta tund hilbijartineke herêmî de bi ser ket.
Herçî Saksonya bû, li vê eyaletê jî AfDê li ji % 30,7ê dengan girt û bû partîya duyemîn.
Li Saksonyayê Yekîtiya Demokrat a Xristiyan (CDU) ji % 31,8ê dengan girt û bû hêza yekemîn.
Li herdu eyaletan Partîya Sosyal Demokrat (SPD) a hukumetê ya li ser kar encamên gelek xerab wergirtin.
SPD li Thuringênê ji % 6,2 û li Saksonyayê ji % 7,6ê dengan wergirt.
Ev jî bû derbeyeke polîtîk a li hemberê hukumeta koalîsyonê ya Almanyayê.
Tê ragihandin, hilbijartinên li eyaletên rojhilat dikare bandorê li hukumeta federal bike.
Di 22ê îlonê de wê li eyaleta Brandenburgê jî hilbijartina ji bo parlamentoya herêmî bê lidarxistin.
SPD û endamên din ên koalîsyonê di vê hilbijartinê de jî têk biçin, îhtimal heye serokwezîr dengê pêbawerîyê ji Parlamentoya Federal daxwaz bike.
Xetereya li hember hukumeta federal
Eger Scholz dengê pêbawerîyê nikari be bigire wê rê li pêşhilbijartinê vebe.
AfDya ku di 2013an de hat damezrandin di dema krîza penaberan a 2015an de hêza xwe zêde kir.
AfD cara ewil di 2017an de ket Parlamentoya Federal a Almanyayê.
Partîya nîjadperest herî zêde li eyaletên li Komara Demokratîk a Almanyayê ya kevn xwedî hêza sîyasî ye.
——————————————————–
Foto: Postereke ji kampanyaya li hemberê sîyaseta rasta radîkal a Almanyayê/X.com
Infowelat