Îtalya bi Şamê re têkilîyên dîplomatîk saz dike

Îtalya jinûve bi rejîma Şamê re têkilîyên dîplomatîk saz dike.

Almanya, Fransa û Îtalyayê tevlî welatên din ên Yekîtîya Ewrûpayê di 2012an de têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut kiribûn.

Îtalya jinûve bi rejîma Şamê re têkilîyên dîplomatîk saz dike.

Hukumeta Giorgia Meloni biryar da ji nû ve sefîrê xwe bişîne Şamê.

Ev yek wekî gaveke ber bi rewakirina rejîma Beşar Esed ve tê qebûlkirin.

Ji ber kiryarên xwe yên di dema Şerê Navxweyî ya Sûrîyeyê de, rejîma Esed ji qada navneteweyî de îzole bûbû.

Yekîtîya Ewrûpayê di 2011an de têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re cemidandibû.

Almanya, Fransa û Îtalyayê tevlî welatên din ên Yekîtîya Ewrûpayê di 2012an de têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut kiribûn.

Herwiha, Komkara Ereb jî di 2012an de tevlî vê pêla navneteweyî ya li dijî rejîma Esed bûbû.

Hefteya borî, çend welatên ewrûpî nameyekê ji şefê dîplomasîya Yekîtîya Ewrûpayê Josep Borrellê re şandibûn û jê xwestibûn polîtîkaya ji bo Sûriyeyê ji nû ve binirxîne.

Welatên vê nameyê îmze kiribûn ev bûn:

Îtalya, Awusturya, Yûnanistan, Koma Çek, Kroatya, Slovenya û Kibris.

————————————————

Foto: Ala Îtalyayê 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …