Artêşa Venezûelayê destekê da Nicolas Maduro

Artêşa Venezûelayê bi daxûyanîyekê destekê da hukumeta Maduro ya li ser kar.

Wezîrê Parastinê û serfermandarê artêşê got, banga mixalefetê ya ji bo midaxaleya hêzên ewlekarîyê “bangeke tewşe û îxanet e.”

Artêşa Venezûelayê bi daxûyanîyekê destekê da hukumeta Maduro ya li ser kar.

Daxuyanî ji alîyê Wezîrê Parastinê û serfermandarê artêşê Vladimir Padrino ve hat dayîn.

Padrino got, banga mixalefetê ya ji bo midaxaleya hêzên ewlekarîyê “bangeke tewşe û îxanet e.”

Lîderên mixalefetê Edmundo Gonzalez Urrutia û Maria Corina Machado bang li artêşê û polîsan kiribûn, “li gel civakê cîyê xwe bigirin”.

Vê bangê di cî de rastî lêpirsîna dozgerên Venezûelayê hatibû.

Dozgeran di îdîanameya xwe de balê kişandibûn ser “lawazkirina yekîtîyê û dewletê.”

Alozîya dawî ya li Venezûelayê ji ber hilbijartinên serokatîyê pêk hatibû.

Serokê Venezûelayê Nicolas Maduro bi % 51ê dengan jinûve serokê welêt hatibû ragihandin.

Mixalefet vê encamê red kiribû û bi rojan xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Di encama êrişên hêzên dewletê de 24 kes hatibûn kuştin û 2,000 kes hatibûn girtin.

Amerîka û çend welatên li parzemîna Amerîkaya Latîn destekê dabûn mixalefetê û encamên hilbijartinê red kiribûn.

—————————————–

Foto: Wezîrê Parastinê û serfermandarê Artêşa Venezûelayê Vladimir Padrino

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

NY: Nabe Xeza bê valakirin

Neteweyên Yekbûyî got, nabe Amerîka Xezayê dewr bigire û filistînîyan ji vir veder bike. Îsraîl …