A

Rûsya butçeya parastinê zêde dike

Moskow dixwaze lêçûyinên ji bo parastin û ewlekarîyê zêdetir bike.

Ji pêşnûmaya nû ya hatîye amadekirin diyar dibe, butçeya parastin û ewlekarîyê wê bibe ji % 40ê lêçûyinên hikumetê.

Rûsya wê hîn bêtir bibe welatekî mîlîter.

Moskow dixwaze lêçûyinên ji bo parastin û ewlekarîyê zêdetir bike.

Ji pêşnûmaya nû ya hatîye amadekirin diyar dibe, butçeya parastin û ewlekarîyê wê bibe ji % 40ê lêçûyinên hikumetê.

Tê plankirin, di sala 2025an de 131 milyar euro ji bo parastin û ewlekarîyê bê veqetandin.

Ev butçeya wekî rekorê wê bandorê li xizmetên civakî bike.

Moskow wê ji % 16 lêçûyinên civakî kêm bike.

Loma dikare bê gotin, aborîya Rûsyayê di asta rekorê de wê mîlîtarîzekirin.

Berî niha jî Rûsya ragihandibû ew ê 180.000 leşkerên din tevlî artêşa xwe bike.

Bi vê gavê wê hejmara yeqîneyên leşkerî bibe 1.5 milyon.

Ev jî Rûsyayê dike xwedî artêşa herî mezin a cîhanê ya piştî Çînê.

Li aliyekî din, planên Rûsyayê ya ji bo zêdekirina hejmara artêşê û butçeya leşkerî di NATOyê de dibe sebeba fikaran.

Hin endamên NATOyê din demand dawî de xurtbûna hêza leşkerî ya Moskowê nîqaş dikin.

Tê ragihandin, NATO texmîn nekirîye Rûsyayê wê bikaribe şerê li Ukraynayê ewqas dirêj bidomîne.

Loma jî hin endamên vê rêxistinê êdî dixwazin dawî li şer bê anîn.

‐————————————–

Foto: Artêşa Rûsyayê dibin/Medyaya civakî

Infowelat

Hawara malbatên leşkerên Rûsyayê

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Xwîn herikî li Mistonê

Avreş JIYAN Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. …