Saziya hilbijartinê ya Tûnisê ISIEyê ragihand, serokê heyî Keys Seîd ji % 90.7ê dengan girtîye.
Bi vê encamê, Seîd wê serokatîya xwe ya nîqaşbar bidomîne.
Li Tûnisê roja yekşemê hilbijartina serokatîyê hat lidarxistin.
Saziya hilbijartinê ya Tûnisê ISIEyê ragihand, serokê heyî Keys Seîd ji % 90.7ê dengan girtîye.
Bi vê encamê, Seîd wê serokatîya xwe ya nîqaşbar bidomîne.
Ji ber boykota mixalefetê bi tenê ji % 29ê hilbijêran çûn ser sindoqê.
Ev jî meseleya rewabûna hilbijartinê tîne rojevê.
Keys Seîd ev sê sal in bi rêbazên otorîter welat bi rê ve dibe.
Parlamentoyê girt
Seîd di 2021an de xebatên Parlamentoya Tûnisê dabû sekinandin û dawî li mafê parêzbendiya wekîlan anîbû.
Serokê Tûnisê bi vê polîtakaya xwe re paralel, erkên xwe berfireh kiribûn.
Tûnis welatekî li bakurê Afrîkayê ye û heta salên dawî wekî tekane welatê demokratîk ê ereb dihat qebûlkirin.
Pêla serhildanên Bihara Ereb ewil di 2011an de li Tûnisê dest pê kiribû.
Serhildana gel dîktator Zeynel Abîdín Ben Alî neçar kiribû terka welêt bike.
Bi dûv vê re, rejîmeke parlamenter a pluralist li Tûnisê hatibû damezrandin.
——————————————-
Foto: Serokê Tûnisê Keys Saîd
Infowelat