Piştî êrişê çav li rêye Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) hêza xwe zêde bike.
AfDya ku di 2013an de wekî partîyeke dij-penaber hat damezrandin, pêşengîya rasta radîkal a Almanyayê dike.
Êrişa dawî ya li Almanyayê bi kêrî rasta radîkal hat.
Piştî êrişê çav li rêye Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) hêza xwe zêde bike.
Sebeba vê yekê ev e, êriş ji alîyê penaxwazekî ji Sûrîyeyê ve hatîye kirin.
Êrişkar di festîwala Solingenê de 3 beşdaran bi kêrê kuştibû.
DAIŞê bi daxuyanîyekê berpirsîya êrişê girtibû ser xwe.
Sîyaseta alman piştî êrişê sekna xwe ya li hemberê penaxwazan hişktir kir.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz got, ew ê kesên daxwaza wan îltîcayê hatine redkirin dersînor bikin.
Scholz ragihand, ew ê kontrolên li ser sînoran Almanyayê zêdetir bikin.
Lîderê Yekîtîya Xrîstîyanên Demokratîk (CDU) Friedrich Merz jî bang li hikumetê kir, derî li penaxwazên ji Afganistan û Sûrîyeyê bigire.
Herçî AfD ye, ji devê namzeteke xwe ya Thuringenê hikumetê bi hevparîya êrişan sûcdar kir.
Thuringen eyaleteke li rojhilatê Almanyayê ye ku wê roja yekşemê hilbijartin lê bê lidarxistin.
Yek ji eyaleteke din a wê di heman rojê de hilbijartin bên lidarxistin, Saksonya ye.
Gelek kes di wê bawerîyê de ne, êrişa dawî wê bibe sebeba zêdebûna dengên AfDyê.
AfD partîyeke nîjadperest e
AfDya ku di 2013an de wekî partîyeke dij-penaber hat damezrandin, pêşengîya rasta radîkal a Almanyayê dike.
Krîza penaberan a di 2015an sebebeke mezinbûna hêza sîyasî ya vê partîyê ye.
Ji bilî dijberîya penaberan, AfD li dijîtîya Yekîtîya Ewrûpayê jî dike.
AfD di hilbijartinên 2017an de ket Parlamentoya Almanyayê û ji wê salê û şûn ve hêza xwe li eyaletên rojhilat zêde kir.
———————————————–
Foto: Komeke antî-faşîst hem îslama radîkal hem jî rasta radîkal a alman protesto dikin/X.com
Infowelat