Demokrasî di asta cîhanê de di xetereyê de

Li gorî raporekê, indeksa global a hilbijartinên “serbest û adil” herî zêde di 2023an de paş ve çûye.

Amadekarê raporê Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkarîya Hilbijartinê (IDEA) ye.

Demokrasî di asta cîhanê de gav bi gav paş ve diçe.

Li gorî raporekê, indeksa global a hilbijartinên “serbest û adil” herî zêde di 2023an de paş ve çûye.

Tevlîbûna hilbijartinan kêm bûye û piştî hilbijartinan li hin welatan alozî pêk hatîye.

Ev agahîyên li ser rewşa demokrasîyê di raporeke hat weşandin de cî girtin.

Amadekarê raporê Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkarîya Hilbijartinê (IDEA) ye.

Ensdîtuya Swêdê radigihîne, tevlî probleman jî, hilbijartin li cîhanê ji bo kontrola gel a li ser mekanîzmayên biryargirtinê rêbazeke kêrhatîye.

IDEA radigihîne, gel di hilbijartinên li Guatemala, Hîndistan, Polonya û Senegalê de midaxaleyê sîyasetê kirîye.

Hin daneyên rapora derbarê rewşa demokrasîyê de wiha ne:

  • Beşdarîya hilbijartinan di navbera 2008-2023an de ji % 10 kêmtir bûye û ji % 65.2an.daketîye ji % 55.5an.
  • Ji 158 welatên di raporê de cî girtine ji % 47 ji wan di 5 salên dawî de di warê demokrasîyê de paş ve çûne.
  • Îhtiraz li encamên yek ji pênc hilbijartinên di navbera 2020-2024an de hatine kirin.
  • Ji % 47ê amerîkîyên bawerîya xwe bi hilbijartina “sserbest û adil tînin.”

——————————————————

Foto: Rapora IDEAyê ya li ser rewşa demokrasîyê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa ji bo Ukraynayê ket nava alarmê

Donald Trump hewl dide bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ji bo Ukraynayê muzakereyan pêk …