Seroka Parlamentoya Fransayê ji partiya Macron hat hilbijartin.
Yaël Braun-Pivet duh di dengdana tûra sêyemîn de 220 dengên wekîlên parlamentoyê wergirtin.
Bi vê encamê, ji hilbijartinê û vir ve Macron serfirazîya xwe ya ewil bi dest xist.
Partîya Macron ji têkçûna xwe ya hilbijartinê û vir ve serfirazîya xwe ya ewil bi dest xist.
Seroka Parlamentoya Fransayê ji partiya Macron hat hilbijartin.
Yaël Braun-Pivet duh di dengdana tûra sêyemîn de 220 dengên wekîlên parlamentoyê wergirtin.
Namzetê partîyên çep Andre Chassaigne, 207 û namzeta Meşa Neteweyî (RN) 141 dengan wergirtin.
Parlamentoya Fransayê ji 577 kursîyan pêk tê ku di destê van sê komên polîtîk de hatine parvekirin:
Enîya Gel a Nû 190 kursî, RN 143 kursî û koma navendîparêzên Macron 164 kursî.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Enîya Gel a Nû ku di tûra duyemîn a hilbijartinên giştî de bûbû hêza yekemîn, dixwaze hukumeta Fransayê ava bike.
Lêbelê vê enîya ji koalîsyona partîyên çep û ekolojîst pêk tê, heta niha namzetê xwe yê ji bo serokwezîrêyê dîyar nekîrîye.
———————————————–
Foto: Yaël Braun-Pivet/X.com
Infowelat