Zuhal Demir bû Wezîra Perwerde û Kar a Flanderê

Jina bi eslê xwe kurdistanî Zuhal Demir cara duyemîn di hikumeta flaman de cî girt.

Demir di kabîneya nû de bû Wezîra Perwerde û Kar.

Hikumeta flaman a koalîsyonê vê hefteyê dest bi kar kir.

Jina bi eslê xwe kurdistanî Zuhal Demir cara duyemîn di vê hikumetê de cî girt.

Zuhal Demir di kabîneya nû de bû Wezîra Perwerde û Kar.

Demir ji sala 2019an û vir ve Wezîra Edalet, Jîngeh, Enerjî û Tûrîzmê bû.

Çîroka sîyasî ya Zuhal Demir

Demir bi salane di partîya herî mezin a flaman NV-Ayê de sîyasetê dike.

Siyasetvana jin di 2013-2015an de wekî seroka meclîsê ya Şaredarîya Antwerpenê dest bi kar kir.

Paşê, Demir di 2017an de bû endama Parlamentoya Belçîkayê.

Di heman salê de Demir berpirsîya Sekretera Dewletê ya Kêmkirina Xizanîyê girt û heta 2018an vî karî domand.

Demir bi parazvanîya xwe ya zimanê flamanî tê naskirin ú fêrbûna vî zimanî ji bo entegrasyonê giring qebûl dike.

Kurtejînenîgarîya Zuhal Demir

Zuhal Demir di 1980an de li bajarê Genkê ya li Flanderê hat dinyê.

Dêbavên wê kurdên ji Dêrsimê bûn ú bavê wê di kanên komirê de dixebitî.

Demir herdem li nasnameya kurd a malbata xwe xwedî derket.

Herwiha, Demir kiryarên dewleta tirk gelek caran rexne kir.

Loma jî ew çend caran rastî gefên faşîstên tirk hat.

Demir xwe wekî “keseka sedî sed flaman a xwedî rehên (kok) kurd” terîf dike.

Zuhal Demir di 2017an de ji welatîbûna Tirkiyeyê derket.

‐——————————————–

Foto: Zuhal Demir/Medyaya Civakî

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …