Tag Archives: polîtîka

Liz Truss îstifa kir

Di dawiyê de Liz Trussa bi tevahî bêçare ma, têkçûnê qebûl kir û îstifaya xwe ragihand. Li Brîtanyayê de meqama serokwezîriyê bi îstifaya Boris Johnson  di meha tîrmehê de vala mabû. Bêîstikrariya di siyaseta Brîtanyayê de bi îstîfayeke din derket asta herî bilind. Serokwezîr Liz Truss ji ber zextên dawî …

Bêtir »

Parlemena Iraqê ji bo hukumeta nû dicive

Konseya Rêvebiriya Iraqê ragihand wê Parlemena Iraqê ji bo hukumeta nû di 22’ê cotmehê de bicive. Li gorî qanûnên Iraqê, divê Mihemed Şiya Sûdanî di nava 30 rojan de hukumeta nû avabike. Iraq piştî hilbijartina Letîf Reşîd wekî serokomarê xwe, niha xwe ji bo hukumetê amade dike. Konseya Rêvebiriya Iraqê …

Bêtir »

20. Kongreya Neteweyî ya Çînê dest pê kir

Kongreya Neteweyî ya Çînê roja yekşemê li paytext Pekînê dest pê kir. Serokê Çînê Ji Xinping ku ev du dem ango 10 sal li ser kar in dixwaze carekê din ji aliyê kongreyê ve bê hilbijartin. Kongreya Neteweyî ya Çînê roja yekşemê li paytext Pekînê dest pê kir. Kongre rêvebiriya …

Bêtir »

Li Swêdê hukumet hat damezrandin

Ulf Kristersonê ku serokê partiya Moderaterna ye, bi hevkariya Demokratên Xristiyan û Partiya Lîberal hukumeta nû ava kir. Demokratên Swêdê ku pêşengiya rasta radîkal û nîjadperest dikir di vê hukumetê de cî nagire. Lê digel vê jî ev partî destekê dide hukumetê û di dema nû de wê bandorê li …

Bêtir »

Konferansa navneteweyî ya Asyayê dest pê kir

Welatên Asyayê di konferanseke li Kazakistanê hatin cem hev Armanca fermî ya bernameyê li vê parzemînê xurtkirina aramiyê û bihevbaweriya di navbera welatan de ye Kazakistan di salên dawî de vediguhere yek ji navendên dîplomasiya di navbera welatên Asyayê de. Êdî pirî caran bernameyên navneteweyî yên li Kazakistanê tên lidarxistin. …

Bêtir »

Serokê Peruyê rastî zexta hiqûqî hat

Serê lîderê Peruyê Castillo ji belayê rizgar nabe Şefê welêt vê carê rastî giliyê Serdozgeriya Peruyê hat Serokê Peruyê Pedro Castillo piştî ajîtasyona siyasî, îcar jî midaxaleya sîstema hiqûqê hat. Serdozgeriya Lîmayê, Castillo bi lîderiya rêxistineke sûcan û gendeliyê tawanbar kir. Îddia ev e, Castillo Destûra Bingehîn binpê kiriye û …

Bêtir »

Ji Almanyayê ji bo Taywanê desteka şermok

Delegasyoneke Parlemena Almanya Bundestagê çû sersdana Taywanê Wekîlên alman ji bo Pekînê hêrs nekin, di civînan de qet qala aloziya li Çîn û Taywanê nekirin Ev jî wekî destekeke şermokî ya Almanyayê ya ji bo Taywanê hate şîrovekirin Komeke wekîlên Parlemena Almanyayê ku ev 5 roj in li Taywanê bûn, …

Bêtir »

Bosna-Hersek hilbijartineke din li dûv xwe hişt

Li Bosna Hersekê, hilbijartina giştî hate lidarxistin Di dengdanê de serokatiya dorveger, parlemena neteweyî û parlemenên kantonan hatin hilbijartin Hilbijartina dawî ya Bosnayê, îsal di nava problemên giran ên welêt de hate lidarxistin. Gendeliya siyasî û parçebûna etnîk a di navbera sirb, kroat û boşnakan de bû sebeb beşdariya dengdanê …

Bêtir »

Li Brazîlê Lula nêzîkî serokatiyê ye

Encamên hilbijartinê wekî texmînan derketin û Lula bi 5 pûanan ket pêşiya Bolsonaro Lîderê çepgir Lûla 48 ji %  dengan wergirt Serokê heyî Jair Bolsonaro jî bû xwediyê 43 sedî ji dengan Li Brazîlê ji bo hilbijartina giştî welatî duh çûn ser sindoqan. Li derdora 150 milyon kes ji bo …

Bêtir »

Îtalya serkeftina Meloni nîqaş dike

Serokê Partiya Demokrat (PD) Enrico Letta serkeftina bloqa rastgir wekî “rojeke reş a ji bo Îtalyayê” pênase kir. Matteo Salviniyê ku ji encamên hilbijartinê kêfxweş bû, li pêş kamerayan peyama yekitiya bloqa rastgir da. Parçebûna siyasî ya Îtalyayê piştî hilbijartinê jî wekî berê berdewam dike. Medya li gorî sekna xwe ya …

Bêtir »

Li Îtalyayê Giorgia Meloni bi ser ket

Li Îtalyayê texmîna anketên ji bo hilbijartinê rast derket Partiya post-faşîst Fratelli d’Italya di encama hilbijartina yekşemê de bû yekemîn Bi vê encamê riya serokwezîriya hukumeteke koalîsyonê li pêşiya Giorgia Meloni vebû Roja yekşemê 51 milyon hilbijêrên li Îtalyayê ji bo parlemen û senatoya nû çûn ser sindoqan. Reqabeta siyasî …

Bêtir »

Li Îtalyayê mîtîngên partiyan hatin protestokirin

Li Îtalyayê bi nêzîkbûna hilbijartinê re, li kolanan tansiyon bilind dibe Di mîtîngên li Palermo û Ponticiyê yên du partiyên cuda de alozî derket Bernameya yekemîn a alozî tê de mîtînga partiya Fratelli d’Italia ango Biraderên Îtalyayê bû. Namzeta serokwezîriyê Giorgia Meloni tevlî bernameya li Palermoyê bû û axaftinekê kir. …

Bêtir »

Nancy Pelosi Azerbaycanê şermezar kir

Pelosi: Ji ber êrişa îlegal û dijwar a Azerbaycanê ya li hemberê erdên Ermenistanê, naveroka vê civînê li ser ewlekariyê ye.” Ermenistana ku hefteya borî rastî êrişeke dijwar a Azerbaycanê hat, bi serdana Nancy Pelosî re hinekî dilê xwe xweş kir. Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê çû serdana paytext Êrîvanê …

Bêtir »

Serokwezîra Swêdê Anderson îstifa kir

Siyaseta Swêdê piştî hilbijartinên dawî serûbin dibe Serkeftina bloqa rastgir û rastaradîkal hêviya hukumeta Sosyal Demokrat ji holê rakir Piştî vê encamê serokwezîra Swêdê Magdalena Anderson îstifa kir Li Swêdê hilbijartina roja yekşemê, derî li demeke dirêj a dîrokê girt. Bloqa partiyên rast û rasta radîkal di hilbijijartinê de bi …

Bêtir »

Swêd hilbijartinek krîtîk li dûv xwe hişt

Civaka Swêdê ji bo hilbijartineke krîtîk duh li ser sindoqan bûn Partiya Sosyal Demokrat û Bloqa Muhafazakar, di pêşbirka siyasî de di berhev didin Li gorî encamên ewil, partiyên rastgir dibin xwediyê piraniya kursiyên parlemenê Hilbijartinên giştî yên Swêdê, vê carê di nava rojeveke germ de tê lidarxistin. Polîtîkaya penaberiyê, …

Bêtir »

Qraliçeya brîtanî Elizabeth mir

Li Brîtanyayê serdemek hat girtin Qralîçeya Brîtanyayê Elizabeth 96 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da Xwediyê taca brîtanî Elizabeth tam 70 sal li ser text ma Qralîçeya ku li Brîtanyayê serdemeke dirêj hikûmranî kir, Qralîçe Elîzabetha II., ji ber ku rewşa tendurustiya wê xerab bibû, doktoran wê xistibin …

Bêtir »

Pûtîn: Ambargo civaka ewrûpayê hilweşand

Pûtîn her cara ku derbarê aloziya Rûsya û welatên Rojava de devê xwe vedike, gotinên wî dibin rojev. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vê carê jî qala ambargoyên li dijî welatê xwe kir û ajot ser Yekitiya Ewrûpayê. Pûtîn di Forûma Aboriyê ya Rojhilat ya li bajarê Vladîvostokê axivî û derbarê …

Bêtir »

Ewrûpa 500 milyon Euro dide Ûkraynayê

Ewrûpaya deriyên xwe ji Ûkraynayê vekir alîkariya xwe ya ji bo vî welatî didomîne Bruksel biryarê da ji bo alîkariya leşkerî 500 milyon Euro bide Ûkraynayê Yekitiya Ewrûpayê bi gavên mezin, têkiliyên xwe bi Ûkraynayê re pêş dixe. Bruksel piştî statuya namzetiyê da Ûkraynayê, prosesa ji bo endamtiyê ji vî …

Bêtir »

Liz Truss bû serokwezîra Brîtanyayê

Liz Truss, bû serokwezîra nû ya Brîtanyayê Ji bo serokwezîrtiyê Wezîrê Maliyeyê Rishi Sunak û Wezîra Karên Derve Liz Truss di ber hev dan Brîtanyaya di nava krîza siyasî de ye, bi hefteyan e li bende bû lîderek nû hilbijêre. Li Brîtanyayê de meqama serokwezîriyê bi îstifaya Boris Johnson a …

Bêtir »

Japonya û Îsraîl peymana leşkerî îmze kirin

Japonya û Îsraîl peymana hevkariya leşkerî îmze kirin Her du welat bi vê gavê ciyê xwe yê di nava projeya Pasîfîkê ya Amerîkayê xurtir dikin Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Yasukazu Hamada û hevkarê wî yê Îsraîlê Benny Gantz, li Tokyoyê hatin cem hev. Herdu wezîran daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û …

Bêtir »

Mîhaîl Gorbaçov wefat kir

  Mîhaîl Gorbaçov di 91 saliya xwe de wefat kir Lîderê dawîn a Sovyetê bi reformên xwe xwestibû temenê dewletê dirêj bike Gorbaçov bi ser neket bi ser de jî wekî mîmarê hilweşîna Sovyetê hate binavkirin Lîderê berê yê Yekitiya Sovyetê Mîhaîl Gorbaçov, li paytexta Rûsya Moskowê çû ser dilovaniya …

Bêtir »