Kolonyalîzm bû sebeba krîza dîplomatîk

Serokomara Meksîkayê Caudia Sheinbaum Kralê Îspanyayê Felibe venexwend merasîma ji bo hatina xwe ya ser kar.

Kolonyalîzm bû sebeba xerabûna têkiliyên di navbera Îspanya û Meksîkayê.

Serokomara Meksîkayê Caudia Sheinbaum Kralê Îspanyayê Felibe venexwend merasîma ji bo hatina xwe ya ser kar.

Berî vê gavê, serokomarê yê berê yê Meksîkayê Lopez Obrador nameyekê ji Felipe re şandî û jê daxwaz kiribû sûcên Îspanyayê ya 500 sal berê qebûl bike.

Herçî Felibe bû, heta niha vê qebûl nekir û Sheinbaum jî wî venexwend merasîma sondxwarinê.

Hikumeta Îspanyaya vê helwestê qebûl nekir û biryara tevlîbûna xwe ya merasîma ji bo Sheinbaum betal kir.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Schancez di daxuyaniya xwe reaksiyon nîşanî Meksîkayê da:

“Îspanya û Meksîka xwişk û birayên hev in. Loma jî em qebûl nakin li derveyê merasîma sondxwarinê bên hiştin. Ji ber vê sebebê me ji hikumeta Meksîkayê re got, wekî protestoyê wé tu temsîlbûna Îspanyayê ya di merasîmê de pêk neyê.”

Sefera Hernan Cortes

Kolonyalîstê îspanyol Hernan Cortes di 1519an de li ser navê Împaratorîya Îspanyayê Meksîkayê dagir kiribû.

Di sefera Coates bi ser Aztecan de gelek xwecî hatibûn kuştin û dawî li rêveberîya xwecî hatibû anîn.

Ji ber êriş û nexweşîyên îspanyol bi xwe re anîbún, di nava demê de bi milyonan xwexiyên meksîkî miribûn.

___________________________


Foto: Lîdera Meksîkayê Caudia Sheinbaum û ala Îspanyayê/Latinus

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …