FPÖ li Awusturyayê bû partîya yekemîn

FPÖya rasta radîkal temsîl dike li gorî encamên ewil di hilbijartinên Awusturyayê de ji % 29.2yê dengan girt.

Awusturya ji aliyê polîtîk ve di nava guherîneke mezin de ye.

FPÖ (Partîya Azadîyê ya Awusturyayê) di hilbijartina giştî de bû hêza yekemîn.

FPÖya rasta radîkal temsîl dike li gorî encamên ewil ên sindoqê ji % 29.2yê dengan girt.

Ev jî bû sebeba tirs û fikaran di nava siyaseta Awusturyayê de.

Partiya li ser kar ÖVP (Partiya Gel a Awusturyayê) ji % 26.4, Sosyal-Demokrat ji % 21 û Kesk jî ji % 8ê dengan girtin.

Tevî ku FPÖ bû partîya yekemîn jî wê nikaribe hikumetê ava bike.

Ji ber ku partiyên heyî naxwazin bi wê re hikumetê damezrînin.

Ev jî derî li koalîsyona ÖVP, Sosyal-Demokrat û Keskan vedike.

FPÖ partiyeke wekî AfDya li Almanyayê ye û bi dijberîya xwe ya li hember penaberîyê tê naskirin.

Nexşeya encamên hilbijartinên Awusturyayê/ Wezareta Hundir a Awusturyayë

Lîderê partîyê Herbert Kickl bi eşkereyî daxwaza vederkirina penaxwazan dike.

FPÖ di 1956an de ji alîyê fermandarekî hêzên SS ê Almanyaya Nazî hatîye damezrandin.

Bi sekna xwe ya îdeolojîk vê partîyê parazvanîya demokrasîke otorîter a wekî Hûngaryayê (Macaristan) dike.

‐———-‐‐‐———————

Foto: Meşeke nîjadperestên Awusturyayê ya li hember hebûna penaberan/X.com

Infowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Kurd li Almanyayê daxwaza azadîya Ocalan kirin

Çalakîya mezin a ji bo azadîya Abdullah Ocalan li bajarê Kolnê a li Almanyayê hat …