Serokê Katalonyayê Pere Aragones ji karê xwe îstifa kir.
Aragones di axaftina xwe de piranî qala serfirazîyên hukumeta xwe kir.
Lîderê katalan modela fînansê ya Katalonyayê wekî serfirazîya herî mezin a hukumeta xwe nîşan da.
Serokê Katalonyayê Pere Aragones ji karê xwe îstifa kir.
Aragonesê ku partîya wî di hilbijartinê de têk çûbû, bi minasebeta îstifayê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist.
Wezîrên hukumeta Aragones jî tevlî vê daxuyanîyê bûn.
Aragones di axaftina xwe de piranî qala serfirazîyên hukumeta xwe kir.
Lîderê katalan got, modela fînansê ya Katalonyayê wekî serfirazîya herî mezin a hukumeta xwe nîşan da.
Aragones got, modela fînansê “ji 1977an û vir ve gava herî mezin a ber bi serdestîya neteweyî ye.”
Pere Aragones “diyalog û muzakereyên” bi Îspanyayê jî wekî destkeftiyeke polîtîkaya hukumeta pêşkêş kir.
Aragones diyar kir, efûkirina lîderên serxwebûnê wekî encamên polîtîkaya dîyalogê pênase kir.
Namzetê sosyalîst dibe serok
Piştî dema Aragones wê Salvador Illa bibe serokê hukumeta katalan Generalitat.
Salvador Illa namzetê Partîya Sosyalîst a Katalonyayê (PSC) û hilbijartinê bû.
Di hilbijartina herêmî ya meha gulanê de PSC li Katalonyayê bûbû hêza yekemîn.
PSC rêxistina herêmî ya Partîya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) ye û li dijî serxwebûna Katalonyayê ye.
Partîya serfiraz 42 ji 135 kursîyên Parlamentoya Katalonyayê bi dest xistibûn.
Bi seroktîya Salvador Illa, piştî 30 salan partîyeke ne serxwebûnxwaz hukumeta Katalonyayê ava dike.
———————————————
Foto: Pere Aragones/Catalannews
Infowelat