Biden ji namzetîya serokatîyê vekişîya

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh ji namzetîya serokatîyê vekişîya.

Nêzîkî mehekê ye ji bo ji pêşbirka bi Trump re vekişe, li ser Biden zext dihatin kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh ji namzetîya serokatîyê vekişîya.

Biden ragihand ew ê ji bo hilbijartinên 5ê mijdarê nebe namzetê Partîya Demokrat.

Nêzîkî mehekê ye ji bo ji pêşbirka bi Trump re vekişe, li ser Biden zext dihatin kirin.

Temenê Biden, rewşa tenduristîya wî û kapasîteya wî ya hişî ji bo vekişîna wî sebeb dihatin nîşandan.

Bi taybetî, piştî nîqaşa zindî ya bi Trump re bangên vekişîna ji pêşbirka sîyasî li Biden hatibûn kirin.

Nîqaşa zindî ya 90 deqîqe ajotibû, di 27ê hezîranê de di CNNê de hatibû weşandin.

Trump di nîqaşê de serdest bûbû û Biden bi performansa xwe ya lawaz têk çûbû.

Şensê Harris zêde ye

Piştî vekişîna Biden, Partîya Demokrat divê namzeteke din a hilbijartinê dîyar bike.

Partîya Demokrat berîya konvansîyona xwe ya ku wê di 19ê tebaxê de dest pê bike, dixwaze namzetek hilbijêre.

Namzetê herî xurt a pêşbirka serokatîyê Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris e.

Lêbelê Harris ji bo bibe namzet divê piranîya dengên 3,933 delegeyên Partîya Demokrat bigire.

Delegeyên partîyan eyaletan temsîl dikin û li gorî nifûsa wan tên hilbijartin.

———————————————

Foto: Serokê Amerîkayê Joe Biden/X.com 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Sînorên Rojava berfireh dibin

Bi destkeftinên dawî re ji % 40ê hemû erdên Sûriyeyê ketin destên rêveberîya Rojava.