Seroka Komîsyona Ewrûpayê Leyen e

Ursula von der Leyen ji bo cara duyemîn û seroka Komîsyona Ewrûpayê.

Ursula von der Leyen ji komên Partîya Gel a Ewrûpayê (EPP), sosyalîst û lîberalan deng wergirtin.

Leyen namzeta CDU (Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan) a Almanyayê û bi tifaqa her sê komên sereke di 2019an de bûbû seroka Komîsyona Ewrûpayê.

Ursula von der Leyen ji bo cara duyemîn û seroka Komîsyona Ewrûpayê.

Bi mebesta hilbijartina lîdera Komîsyona Ewrûpayê, duh di Parlamentoya Ewrûpayê de dengdan hat lidarxistin.

401 ji 720 wekîlên ewrûpî ji bo domandina serokatîya von der Leyenê dengên xwe bi kar anîn.

Ursula von der Leyen ji komên Partîya Gel a Ewrûpayê (EPP), sosyalîst û lîberalan deng wergirtin.

Berîya dengdanê, fikarên derbarê hilbijartina sîyasetvana alman von der Leyenê de zêde bûbûn.

Ji lew re di Parlamentoya Ewrûpayê de mixalefetek xurt li hemberê wê  pêk hatibû.

Gelek wekîlên ewrûpî di wê bawerîyê de ne, Leyen di polîtîkaya derve de zêdetir xwe derdixe pêş û Parlamentoya Ewrûpayê bêqîmet dike.

Leyen ji bo bê hilbijartin, ji Keskan bigire heta  lîdera koma rasta radîkal Giorgia Meloni re hevdîtinan kiribûn.

Lêbelê koma polîtîk  Meloni li hemberê von der Leyenê dengên xwe bi kar anîn.

Leyen namzeta CDU (Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan) a Almanyayê û bi tifaqa her sê komên sereke di 2019an de bûbû seroka Komîsyona Ewrûpayê.

—————————————————————

Foto: Ursula von der Leyen/X.com

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Ewrûpayê ambargoya Rûsyayê giran kir

Konseya Ewrûpayê ji bo şerê li Ukraynayê di 20 – 21ê adarê de civînekê li …