Bart de Wever ji hevdîtinên ji bo koalîsyonê vekişîya

Hevdîtinên ji bo hikumeteke koalîsyonê li Belçîkayê negihiştin encamê.

Bart De Weverê ku şaredarê Antwerpenê û serokê NV-Ayê ye, duh dawî li hevdîtinên ji bo koalîsyonê anî.

Ji meha hezîranê û vir ve li Belçîkayê hikumet nikare bê damezrandin.

Hevdîtinên ji bo hikumeteke koalîsyonê yên di bin pêşengîya Bart De Wever de negihiştin encamê.

Bart De Weverê ku şaredarê Antwerpenê û serokê NV-Ayê ye, duh dawî li hevdîtinên ji bo koalîsyonê anî.

Sebeba têkçûna hevdîtinan meseleya baca sermîyanê ye.

Bart De Wever ji bo bidawîkirina kêmasîya butçeya welêt, baca sermîyanê pêşnîyaz kiribû.

Lêbelê di serî de MR (Tevgera Reformê) hin partîyên din vê pêşnîyazê qebûl nekiribûn.

Kêmasîya butçeya Belçîkayê digihîje  % -4ê Hilberîna Navmalî ya Nesafî.

NV-A û MR bûbûn yekemîn

NV-A, MR, Les Engages, Demokratên-Xrîstîyan û Vooruit (sosyalîstên flaman) dixwestin bi hev re hikumeta federal damezrînin.

Hilbijartinên ji bo parlamentoyên federal, herêmî û ya Yekîtîya Ewrûpayê di 9ê hezîranê de li Belçîkayê hatibûn lidarxistin.

Partîya fransîaxêv MR li Walonya û Brukselê û partîya flaman NV-A li herêma Flanderê bûbûn yekemîn.

Tevlî Les Engages, Demokratên-Xrîstîyan û Vooruitê pênc partîyên dixwestin hikumetê damezrînin di bûbûn xwedîyê 81 kursîyên Parlamentoya Federal.

————————————–

Infowelat

Foto: Ala Belçîkayê/X.com 

NV-A Belçîkaya konfederal daxwaz dike

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Holanda êrişî mafên penaberan dike

Holanda wê di polîtîkaya xwe ya penaberîyê de guherînên bingehîn pêk bîne. Zextên li ser …