EP Plenary session - Election of the new EP President

Metsola careke din bû seroka Parlamentoya Ewrûpayê

Siyasetvana ji Maltayê Roberta Metsola careke din bû seroka Parlamentoya Ewrûpayê.

Roberta Metsola endama Partîya Gel a Ewrûpayê (EPP) ye ku xwedî xeteke mihefazakar e.

Roberta Metsola careke din bû seroka Parlamentoya Ewrûpayê.

Siyasetvana ji Maltayê duh di dengdana parlamentoyê de ji bo cara duyemîn hat hilbijartin.

Di dengdana duh de Metsola û namzeta çepgir Irene Monteroya ji Îspanyayê hatin pêşberî hev.

Metsola di dengdanê de ji % 90ê dengan wergirt.

Bi gotineke din, ji 623 wekîlan 562 dengên xwe dan Metsolayê.

Ji % 90ê wekîlên parlementoyê dengên xwe ji bo Metsolayê bi kar anîn.

Montero bi tenê dikarîbû 61 dengan ji wekîlan bigire.

Parlamentoya Ewrûpayê ji sala 1979an û vir ve serokên xwe bi dengdanan hildibijêre.

Serokên Parlamentoya Ewrûpayê du sal û nîv li ser kar dimînin.

Roberta Metsola endama Partîya Gel a Ewrûpayê (EPP) ye ku xwedî xeteke mihefazakar e.

———————————————

Foto: Roberto Metsola/© European Union, [2024] – European-union.europa.eu

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Sînorên Rojava berfireh dibin

Bi destkeftinên dawî re ji % 40ê hemû erdên Sûriyeyê ketin destên rêveberîya Rojava.