Hogir BERBIR
Parlamenter an şaredar vê hêzê ji ku digire ku ji nivîskarekî kurd re bibêje “hewce nake em hev bibînin!..” an jî deriyê hevdîtinê bigire? Çima qasî nivîskar li kok û reha zimanê xwe danakeve, xebatan nake an nade kirin û xwe berpirsiyarê vî zimanê li ber pisaftinê ku li ber xwe dide nabîne? Ji ber ku mîna bayê dêlo hatine û wê biçin, jê pê ve qet…
Nasnameyek û du têgihên ji hev cihê; mirov goşt û hestiyên wan ji hev bixin, goştê wan di havênê de li ser hev bikûtin, dê cardin jî hev negirin. Ji ber ku dinyayek di navbera herduyan de heye. Herdu jî kurd in: yek ji wan xwediyê xwedan e, yê din li ber dîwarê feqîr, belengaz û bêkesan e. Yek ji wan xwe li ser hertiştî dibîne; jîr e, zana ye, nav li ser e, sîyasetmedar e. Yê din jî gihayê ji hewşê ye, tahl e, hemal e, ne hewceyî nav e, çawa be nivîskar e.
Di serdema îroyîn de, hewldana ji bo têgihiştina cewhera rastiyê ya kesayetî di nava konevaniyê de bi serê xwe mijarek e aloz û xeternak e. Ji ber vê gotina “mirovê konevan îşlikekî ji agir li xwe dike” her tiştî vedibêje. Her çiqasî îşlikekî ji agir li xwe dike jî naşewite. Ji ber ku di warê derewan de pispor e bike. Tevlî xwe, gelê xwe jî dixapîne. Çi be, ew î tiştî layiqî xwe dibîne ku her kesî jî mîna xwe dixwaze bibîne. Mixabin sed hezar mixabin, ji van hewldanan pê ve ne tiştek e. Qedr û qîmeta wan gotina ji devê wan derdê şûn de ne xwedî tu kiryaran e. Ji ber ku derew û xwe xapandin, tevgera wan a jêneveger e.
Nûha gelek kes dibêjin ka çi qewimî, kê çi got an jî wê çi bibe? Heyran rastiya me, heyîna me, nêzîkatiya me, hertiştê me bi gavekê, bi gotinekê an jî bi liv û tevgerekê mirov nikare bîne ziman. û bi van gotinên em li vir bi kar tînin bi rihetî nayê vegotin.
Ji serî de mirov çi be, heta dawiyê jî ew e. Ji ber çi vî navî, vê pratîkê an jî van gavan mirov layiqî xwe dibîne, mîna ku tiştek nebûbe û bi dirûvekî durû derdikeve nava gel? Qey helwest û hesasîyetele bi mirov re tune ku ji xwe, malbata xwe, cîranê xwe, hemwelatî û netewa xwe fedî bike? Derdekî wan wiha tune ye, ji ber ku bêzûriyet in. Bi bêzûriyetiyê derdikevin hemberî gel, li çavên gel dinerin û dibên “em ev in!..”
Siyasetmedar ev in, qedr û qîmeta ku didin beşê nava civaka xwe ev e. Qedr û qîmeta didin zimanê xwe, çanda xwe, heyîna binewariyê ya nasnameya xwe, nivîskarên xwe ev e. Heta hilbijartinek din dê ev be ku di hilbijarinek din de wê hinekî din werin di dewsa wan de wiha cih bigirin; “eynî tas, eynî hemam” e! Mixabin, em ê wiha careke din hev bajon, teqla bavêjin û vê dîrokê bi neyênî dubare bikin.
Ez dixwazim balê bikişînim ser diyardeya ku pir caran têkiliyên di navbera wan de tê dîtin, bandorê li nirxên exlaqî yên kesayetî û civakî dike. Û ev helwesta ku dibe sedem di demekê de zirarê bide baweriya ehlaqî ya civakî û rastîbûna kesayetiyê. Vê rastiyê dihêle ku kes ji bo parastina berjewendiyên xwe, li gorî pîvanên baweriya kesayetî ya ehlaqî an jî dabînkirina parastina xwe derewan bike?
Gîhayê hewşê tahl e
Heta nûha ku ew qas siyasetmedarên kurd tên gel hev, çend caran bi nivîskarên xwe hatine gel hev, fikr û ramana wan kolandine û nirxandine? Lê di rastiyê de bi rihetî bi nivîskarên ne ji neteweya xwe û yên kûjer re tên gel hev, ev li alîkî.
Ka em dev ji vê jî berdin; parlamenter an şaredar vê hêzê ji ku digire ku ji nivîskarekî kurd re bibêje “hewce nake em hev bibînin!..” an jî deriyê hevdîtinê bigire? Çima qasî nivîskar li kok û reha zimanê xwe danakeve, xebatan nake an nade kirin û xwe berpirsiyarê vî zimanê li ber pisaftinê ku li ber xwe dide nabîne? Ji ber ku mîna bayê dêlo hatine û wê biçin, jê pê ve qet…
Xwediyê van hewldan û gav avêtinan, teqez dikin ku çi kes bin, ji serî heta dawiyê dixwazin wiha bin û neyên guhertin. Ji ber ku xwe layîqê vî navî, vê pêkanînê, van gavan dibîne û mîna ku tiştek neqewimî be dixwazin bi rûyekî paqij derbikevin hember raya giştî; bi vê meylê xwe li gorî pîvanên civakî diguncivînin ser hev û bi rexneyên tund dajon ser beşên civakê ku xeletiyên xwe jî di bin re vedişêrin.
Ev kesan çawa di nava civakê de xwe îfade dikin, hêmanên nirxên bingehîn ên civakî û nasnameya çandî jî wiha dixwazin diyar bikin. Di vê çarçoveyê de ku mirov pirs bike û bidomîne, ka kes, di polîtîka û nirxên çandî de rastiya xwe çawa vedibêje? An derew û xapandina mirov ya li hember xwe, nirxên xwe ku li dora wan dihere û tê, çawa pêşkêş dike? Ev mijara sereke bi kûrahî gava ku bê vekolandin, bandora berpirsiyariyên kesayetî, nirxên çandî û polîtîkayên li ser van dînamîkan ku bê analîzkirin, gelek rastiyan wê bi xwe re derxine holê.
Ji ber vê, nivîskar rexne dike, di heman demê de rexnedayinê dide civaka xwe ku li ser bê nirxandin. Li ser girêdana vêya di navbera normên civakî, kesayetî û nirxên jêneveger de ku mirov li ser raweste, di vê çarçoveyê de bêne fikirîn ku nirxên rastîn pir caran hatiye paşguh kirin. Ev rexneya di cî de diyar dike ku nirx ji serpêhatî û hewldanên takakesî wêdetir e.
Rûpoşîkirina dadwerîyên civakî
Her wiha rastî û şêwazên îfadekirina kesan tenê bi gavekê, gotinekê, an tevgerekê nayên pênasekirin. Ev xalek e ku alozî û piralîbûna rastiya takekesî ya di nava civakê de radixîne ber çavan. Sûcdarkirin û dadweriyên civakî bi gelemperî dihêlin ku bê rûpoşî kirin û bi tevahî xwezaya rastîn a mirov negire ber çavan. Di vê çarçoveyê de divê kesayet berî ku ji rastî û nirxên xwe dur bikeve, ku ji hêvî û daraza civakî jî dûr dikeve û li gor rastiya xwe ya hundurîn jî tevdiger e.
Ev rexneyek kûr e ku li ser berpirsiyariya takekesî ya di nava civakî, nirx û polîtîkayên çandî de. Kes bêyî ku haya wî/ê ji kiryar û berpirsiyariyên xwe hebe, bi awayekî rûserî xwe îfade bike, gelek tişt wê zelal bibe. Divê bê destnîşan kirin ku kesayet di nava civakê de ji bo guherînek watedartir û radîkaltir, pêwîste ji nirxên xwe dûr nekeve.
Dema ku bandora derew û xapandinê di têkiliyên mirovan de li ser nirxên civakî wiha bê pirsîn, di heman demê de rexneyek kûr dertê holê. Mirov dikare bipirse ka çawa mirov xwe û yên li hember xwe dikare binirxîne? Divê rastî û nirx ji ber kiryarên kesayetî di nava civakê de sînordar nemine. Ev tê wê maneyê ku divê kes di nava civakê de ji darazên rûbirû dûr nekeve, kûrtir binirxîne da bi watedartir rastiya xwe bibîne
Bi vî awayî, em ê bikaribin siyasetmedar û nivîskarên kurd ji hev cihê bikin û cihê wan ya di nava civakê de jî binirxînin.
Fotoyê sereke: Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bi nivîskarên kurd re. (2009) Baydemîr tekane şaredarê kurd bû ku dem bi dem bi rewşenbîrên kurd re hevdîtinan dikir.
———————————————-
Kî ye Hogir Berbir?
Li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayîk bû. Ji ber xebatên xwe yên sîyasî di 1995an hatîye girtin û 10 salan di girtîgehê de maye. Berbir li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kir. Gelek kurteçîrok, helbest û gotaran wî hatin weşandin. Nivîskar di 2004-2007an de di Desteya Rêveberîyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberîyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girt. Nivîskar di salên salên 2007-2017an de Beşa Çapemeniyê ya Şaredarîya Amedê de xebitî. Berbir, yek jî damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.