Carles Puigdemont sibe vedigere Katalonyayê.
Lîderê katalan ji 2017an û vir ve wekî penaberekî polîtîk li Belçîkayê dijî.
Îhtimala girtina Puigdemont bala cîhanê dikişîne ser vegera Puigdmeont a sibehê.
Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont vedigere Katalonyayê.
Puigdemont îro ragihand, ew ê sibe ji sirgûnê vegere welatê xwe.
Lîderê katalan ji 2017an û vir ve wekî penaberekî polîtîk li Belçîkayê dijî.
Puigdemont got, ew ê di roja ewil a vegera xwe de tevlî merasîma serokatîya Salvador Illa bibe.
Salvador Illayê ji Partîya Sosyalîst a Katalonyayê (PSC) di hilbijartina gulanê de bûbû serokê Katalonyayê.
Îhtimala girtina Puigdemont bala cîhanê dikişîne ser vegera Puigdmeont a sibehê.
Ji ber rola Carles Puigdemont a di referandûma serxwebûna Katalonyayê de, ji aliyên dadgehên îspanyol ve biryara girtina wî hatîye dayîn.
Tevî ku hukumeta Pedro Sanchez bi qanûnekê kesên di proseya referandûmê de cî girtibûn efû kiribû, dozgerên Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê li hember vê derketibûn.
Eger Puigdemont bê girtin wê çi bibe?
Partîya Puigdemont Juntsê îro derbarê îhtimala girtina Puigdemont de daxuyanîyekê da.
Daxuyanî ji alîyê sekreterê giştî ya Juntsê Jordi Turull ve hat dayîn.
Turull got, eger Puigdemont bê girtin, ew ê ji berdevkê parlamentoya daxwaz bikin merasîma serokatîyê taloq bike.
Rovîra vegerîyabû Katalonyayê
Lîdera Çepa Komarger a Katalan (ERC) katalan Marta Rovira jî çend roj berê vegerîyabû Katalonyayê.
Rovira 6 sal berê ji ber zilma sîyasî ya dewletê revîyabû Swîsreyê û li wir mafê penaberîyê wergirtibû.
Rovira, ji doza Tsûnamîya Demokratîk ji alîyê dadgeha îspanyol ve dihat darizandin.
Tevlî Rovirayê, wekîlê heman partîyê Ruben Wagensberg jî vegerîyabû Katalonyayê.
————————————-
Foto: Carles Puigdemont/Telesur
Infowelat