Flander bû xwedî hikumeta herêmî

Koalîsyona nû ya Flanderê şemîyê di bin pêşengtiya NV-Ayê de hat damezrandin.

Hevparên din ên koalîsyonê Vooruit û CD&Vê ne.

Flander piştî 3 mehan bû xwedî hikumeta xwe.

Koalîsyona nû ya Flanderê şemîyê di bin pêşengtiya NV-Ayê de hat damezrandin.

Hevparên din ên koalîsyonê Vooruit û CD&Vê ne.

Matthias Diependaelê ji NV-Ayê dibe serokwezîrê Flanderê.

Aliyê herî balkêş ê vê hikumetê zêdebûna wezîrên jin in.

Şeş ji neh wezîrên hikumeta flaman jin in.

Zuhal Demir ku bi eslê xwe kurd e careke din kursiyeke wezîrtîyê bi dest xist.

Demir di kabîneya nû de bû Wezîra Perwerde û Kar.

Herçî Diependael e, tevlî serokwezîrîyê wê bibe berpirsê aborî, zanist û polîtîkaya derve.

Belgeya hevpar a ji bo avakirina hikumetê ku her sê partîyan li hev kirin 200 rûpel e.

Bernameya hikumetê

Hin aliyên giring ê bernameya hikumeta flaman ev in:

  • Parêzgehên Flanderê wê hebûna xwe bidomînin û di erkên wan neyên kêmkirin. (NV-A dixwest erkên parêzgehan transferê beledîyeyan bike.)
  • Hejmara parlamenteran wê neyê kêmkirin. (Hejmara parlamenterên Parlamentoya Flaman 124 e.)
  • Butçeya perwerdeyê wê 500 milyon euro bê bilindkirin.
  • Asta zanîna zimanê flamanî ya ji bo penaber û koçberan wê bê bilindkirin.
  • Yek ji dêbavên zarokên diçin dibistanê wê biçin kursa flamanî.
  • Nîvê dema perwerdeya Matematîkê wê bi flamanî be.
  • Kesên dixwazin li navçeyên li dora Brukselê bijîn (Vlaamse Rand Rond Brussel) divê bi flamanî bizanibin.
  • Kesên xanî bikirin divê xanîyê xwe di nava 5 salan de nû (renove) bikin.
  • Buhayê qeydkirina xanîyên nû wê ji % 2 bê daxistin.

‐—————————————

Foto: Civîneke Parlamentoya Flaman/ Malpera parlamentoyê

Infowelat

Dîroka Flanderê û Netewperestî

 

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …