Partîya katalan ERCê diyar kir, îhtimal heye ew butçeya Îspanyayê ya 2025an veto bike. Ku ev pêk were parlamento neçare biryara hilbijartineka nû bide. Sebeba gefa vetoyê daxwaza ji bo erkên sazîya bacê ya Katalonyayê ye. Hukumeta Îspanyayê bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ye. Problema vê carê ya …
Bêtir »Salvador Illa bû serokê Katalonyayê
Salvador Illa bû serokê 133. ê Katalonyayê. Ji 2010an û vir ve cara ewil kesekî serxwebûnê naxwaza dibe serokê Katalonyayê. Katalonya di nava alozîyeke din a sîyasî de serokê xwe hilbijart. Parlamentoya Katalonyayê ji bo serokatîya Salvador Illa duh rûniştinekê li dar xist. Illa di rûniştinê de wekî serokê 133. …
Bêtir »Puigdemont: “Bijî Katalonyaya azad!
Carles Puigdemont îro li Barselonayê ji alîyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Puigdemont li pêşîya 10,000 kesan axivî û got “Bijî Katalonyaya azad.” Piştî bernameyê lîderê katalan ji bo neyê girtin ji nişka ve ji holê winda bû. Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont sozê xwe pêk anî û …
Bêtir »Puigdemont vedigere Katalonyayê
Carles Puigdemont sibe vedigere Katalonyayê. Lîderê katalan ji 2017an û vir ve wekî penaberekî polîtîk li Belçîkayê dijî. Îhtimala girtina Puigdemont bala cîhanê dikişîne ser vegera Puigdmeont a sibehê. Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont vedigere Katalonyayê. Puigdemont îro ragihand, ew ê sibe ji sirgûnê vegere welatê xwe. Lîderê katalan …
Bêtir »Serokê Katalonyayê Aragones îstifa kir
Serokê Katalonyayê Pere Aragones ji karê xwe îstifa kir. Aragones di axaftina xwe de piranî qala serfirazîyên hukumeta xwe kir. Lîderê katalan modela fînansê ya Katalonyayê wekî serfirazîya herî mezin a hukumeta xwe nîşan da. Serokê Katalonyayê Pere Aragones ji karê xwe îstifa kir. Aragonesê ku partîya wî di hilbijartinê …
Bêtir »115. salvegera Hefteya Karesatê ya Barselonayê
Aktîvîzma îro ya li Barselonayê xwe dispêrê mîrateyeke dîrokî ya ji 100 salî dirêjtir. Cara ewil, Barselona ji vir 115 sal berê, di 25ê tîrmeha 1909an de serî hilda. Serhildana li bajêr hefteyekê dom kir û ji ber bûyerên pêk hatin wekî “Setmana Tragica” hat binavkirin. Barselona di warê nasnameya …
Bêtir »Banga ji bo parastina zimanê aranî
Kolektîfa Lingua Viua ji bo parastina zimanê aranî hişyarî da. Kolektîfa ziman ji sazîyên herêmî daxwaz kir, destekê bidin bikaranîna civakî ya zimên. Bernameya 30. a Corsa Aran per sa Lengua li Newala Aranê hat lidarxistin. Kolektîfa Lingua Viua di bernameyê de ji bo parastina aranî hişyarî da. Hat ragihandin, bikaranîna …
Bêtir »Ziman stûneke nasnameya katalanbûnê ye
Têkiliya katalanbûn û zanîna ziman li Katalonyayê xurt e. Ji % 55ê welatiyên li Katalonyayê radigihînin, “ji bo katalanbûnê divê mirov bibe endamê komeke çandî û zimanî.” Piranîya kesên katalanbûn û katalanî bi hev ve girê didin, ciwan in û xwedî asta xwendina bilind in. Ji nîvê zêdetir katalan di …
Bêtir »Dîplomasîya Katalonyayê pêş dikeve
Saziya dîplomasîyê ya Katalonyayê DIPLOCAT navê xwe kir Catalunya Internacional. DIPLOCAT ji 33 sazîyên sivîl ên katalan pêk dihat ku di qadên cuda de xebatê dikirin. Rêxistinê xebatên xwe di 2023an de zêde kirin û 53 çalakîyan li dar xistin. Saziya dîplomasîyê ya Katalonyayê DIPLOCAT navê xwe kir Catalunya Internacional. …
Bêtir »Ji % 40ê katalanan serxwebûnê dixwazin
Desteka ji bo serxwebûnê li Katalonyayê daket ji % 40ê civakê. Rapirsî nîşan dide, ji % 53yê civakê li dijî serxwebûnê ne. Partîyên serxwebûnê dixwazin, di hilbijartinên gulana 2024an de piranîya Parlamentoya Katalonyayê de winda kiribûn. Desteka ji bo serxwebûnê li Katalonyayê daket ji % 40ê civakê. Ev agahî bi …
Bêtir »Marta Rovira vegerîya Katalonyayê
Lîdera katalan Marta Rovira piştî 6 salan vegerîya Katalonyayê. Berîya vegera Rovira, doza Tsûmanîya Demokratîk ji alîyê dadgeha îspanyol ve hat betalkirin. Tsûnamîya Demokratîk navê prostestoyên li Katalonyayê bû ku piştî referandûma serxwebûnê hatibûn lidarxistin. Lîdera katalan Marta Rovira piştî 6 salan vegerîya Katalonyayê. Roviraya li Swîsreyê penabera polîtîk bû, …
Bêtir »Efûya katalanan rastî derbeya hiqûqî hat
Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê qanûna efûyê ya ji bo katalanan red kir. Dadgeh dixwaze serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û çend kesên pêşeng ên referandûma serxwebûnê neyên efûkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê qanûna efûyê ya ji bo katalanan red kir. Li gorî sîstema hiqûqî ya Îspanyayê, dadgeha …
Bêtir »Îspanyolî zimanê serdest ê Barcelonayê ye
% 36.5ê kesên li Barcelonayê dijîn di jiyana rojane de katalanî bi kar tînin. Ev daneyên ku parazvanên vî zimanî xist nava fikaran, bi Rapirsîya Xizmetên Şaredarîya Barcelonayê derket holê. Katalanî li paytexta Katalonya Barcelonayê sal bi sal kêmtir tê axaftin. Lêkolîneke dawî nîşan dide, ji % 36.5ê kesên li …
Bêtir »Katalanên serxwebûnxwaz tên efûkirin
Parlamentoya Îspanyayê cara duyemîn qanûna efûyê ya ji bo katalanan qebûl kir. Bi vê qanûnê di serî de serokê berê Carles Puigdemont, bi sedan katalanên serwebûnxwaz tên efûkirin. Parlamentoya Îspanyayê qanûna efûyê ya ji bo katalanan qebûl kir. Di dengdana roja pêncşemê de 177 wekîl dengên xwe dan pêşnûmeya qanûnê. …
Bêtir »Erdheja siyasî ya li Katalonyayê
Partîyên serxwebûnê dixwazin, piştî 30 salan piranîya di Parlamentoya Katalonyayê de winda kirin. Di hilbijartina herêmî de serkeftina sîyasî bû para Partîya Sosyalîst a Katalonyayê (PSC). Hilbijartinên Katalonyayê encamên wekî erdhejê bi xwe re anî. Partîyên serxwebûnê dixwazin, piştî 30 salan piranîya di Parlamentoya Katalonyayê de winda kirin. Ev yek …
Bêtir »Katalonya destekê dide dibistanên li Fransayê
Katalonya ji bo katalanî di nava sînorên Fransayê de zindî bimîne polîtîkaya piştgirîyê dimeşîne. Hukumeta katalan biryarê da, 650,000 euro ji bo dibistanên katalanî yên bi navê La Bressola terxan kir. Katalonya ji bo katalanî di nava sînorên Fransayê de zindî bimîne polîtîkaya piştgirîyê dimeşîne. Polîtîkaya hukumeta katalanî bi taybetî …
Bêtir »Puigdemont bû namzetê serokatîya Katalonyayê
Carles Puigdmeont namzetîya xwe ya ji bo serokatîya Katalonyayê ragihand. Puigdemont di dema referandûma serxwebûnê ya di 2017an de serokê Katalonyayê bû û ji ber zilma sîyasî derketibû derveyî welêt. Hilbijartina giştî yê Katalonyayê wê di 12yê gulanê de bê lidarxistin. Carles Puigdemont namzetîya xwe ya ji bo serokatîya Katalonyayê …
Bêtir »Îspanya efûya katalanan qebûl kir
Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. Çavkaniyên nêzîkî hukumetê radigihînin, ji qanûna efûyê wê 400 serxwebûnxwazên katalan sûdê werbigirin. Saziya sivîl a katalan Omnium diyar dike, hejmara kesên wê ji qanûnê sûdê werbigirin li derdora 1,500 ye. Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya …
Bêtir »4500 sal in xizmên hev in
Pêşiyên miletên îspanyol, portûgalî, katalan û bask yek in. Di encama analîza DNAyê de eşkere bû, miletên Îberyayê herî kêm 4500 sal in xizmên hev in. Pêşiyên miletên îspanyol, portûgalî, katalan û bask yek in. Xizmantiya ev her çar miletên li Nîvgirava Îberyayê dijîn, bi lêkolînekê derket holê. Di encama …
Bêtir »Butçeya Katalonyayê bû 43 milyar euro
Butçeya sala 2024an a Katalonyayê 43 milyar euro ye. Tenduristî bi 12 milyar euroyî xwedî para herî mezin a di vê butçeyê de ye. Perwerde, li dûv tenduristiyê qada duyemîn e û ji wê re 7.5 milyar euro hatiye veqetandin. Butçeya sala 2024an a Katalonyayê 43 milyar euro ye. Butçeya …
Bêtir »Aboriya Katalonyayê mezin dibe
Hilberîna Navxweyî ya Tomerî Katalonyayê ne tenê ji Îspanyayê lêbelê ji gelek welatên Yekitiya Ewrûpayê jî baştir e. Idescatê diyar kir, Hilberîna Navxweyî ya Tomerî ya Katalonyayê di 2023’an de % 2.6 mezin bûye. Aboriya Katalonyayê ji Îspanyayê zêdetir pêş dikeve. Agahiya derbarê mijarê de ji aliyê Saziya Statîstîkê ya …
Bêtir »