Aktîvîzma îro ya li Barselonayê xwe dispêrê mîrateyeke dîrokî ya ji 100 salî dirêjtir.
Cara ewil, Barselona ji vir 115 sal berê, di 25ê tîrmeha 1909an de serî hilda.
Serhildana li bajêr hefteyekê dom kir û ji ber bûyerên pêk hatin wekî “Setmana Tragica” hat binavkirin.
Barselona di warê nasnameya serhildêrîyê de yek ji bajarekî herî li pêş ê cîhanê ye.
Li paytexta Katalonyayê ji bo serxwebûnê û mijarên sosyal herdem protestoyên girseyî tên lidarxistin.
Aktîvîzma îro ya li bajêr xwe dispêrê mîrateyeke dîrokî ya ji 100 salî dirêjtir.
Di 1873an de fîlozofê alman Friedrich Engels wekî “bajarê cîhanê yê li kolanên wê herî zêde barîkat hene” pênase kiribû.
Nivîskarê şoreşger George Orwell jî Barselonayê wekî bajarê “çîna karker hevsaran girtîye destên xwe” pênase kir.
Cara ewil, Barselona ji vir 115 sal berê, di 25ê tîrmeha 1909an de serî hilda.
Serhildana li bajêr hefteyekê dom kir û ji ber bûyerên pêk hatin wekî “Setmana Tragica” (Hefteya Karesatê) hat binavkirin.
Serhildana Hefteya Karesatê
Çirûska bûyerên Hefteya Karesatê yên Barselonayê bi biryara leşkerîya ferz a hukumeta Îspanyayê pêk hat.
Îspanya li herêma Rifê ya li bakurê Marokê şerekî kolonyal dimeşand.
Hukumeta Madridê ji ber pêdivîyên şer biryar da 40,000 sivîlan bike leşker.
Piranîya kesên wê tevlî Artêşa Îspanyayê bûbûna katalan bûn.
Ev jî bû sebeba nerazîbûneke mezin li paytexta katalan Barselonayê.
Berîya vê jî di şerên kolonyal ên li Fîlîpînan, Kuba û Puerto Ricoyê gelek leşkerên katalan jiyana xwe ji dest dabûn.
Karkerên li Barselonayê bi armanca protestokirina biryarê û Şerê Rîfê di 26ê tîrmehê de greva giştî ragihandin.
Çalakgeran xwestin xetên traman qut bikin û ev jî bû sebeba pevçûnên hi hêzên dewletê re.
Bi pevçûnan re alozî berbalav bû û hedefên dewletê û avahîyên dêrê rastî êrişan hatin.
Pêla serhildanê heta 2yê tebaxê berdewam kir û paşê ji alîyê hêzên dewletê hat tepisandin.
Hin encamên serhildanê wiha ne:
- Di navbera 75-100 kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran kes hatin girtin.
- Ji kesên hatin girtin, 2 şoreşger hatin dardekirin.
- Li 59 kesan cezayê heta hetayê hat birîn.
- 112 avahî ku 80 ji wan yên dêrê bûn, hatin şewitandin.
————————————-
Foto: Di Hefteya Karesatê de dîmeneke ji Montjuica Barselonayê/Arxiu Històric de la Ciutat de Barcelona
Infowelat