Efûya katalanan rastî derbeya hiqûqî hat

Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê qanûna efûyê ya ji bo katalanan red kir.

Dadgeh dixwaze serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û çend kesên pêşeng ên referandûma serxwebûnê neyên efûkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê qanûna efûyê ya ji bo katalanan red kir.

Li gorî sîstema hiqûqî ya Îspanyayê, dadgeha îspanyol dikare di nava du mehan de îhtirazê qanûnê bike.

Loma jî piştî qanûn di parlamentoyê re derbas bûbû, hemû awir zîvirîbûn ser Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê.

Serdozgerê Îspanyayê Alvaro Garcia Ortiz wekî dihat texmînkirin pêşîya qanûnê negirtibê û li bendê bû dadgeha bilind a Îspanyayê jî heman gavê biavêje.

Lêbelê ev pêk nehat û dozgerên Dadgeha Destûra Bingehîn prosesa meşandina vê biryarê red kirin.

Ev jî bû derbeyeke hiqûqî ya li hemberê qanûna efûyê ya hukumeta Pedro Sanchez.

Dozgerên îspanyol bi taybetî dixwazin serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û çend kesên pêşeng ên referandûma serxwebûnê neyên efûkirin.

Serdozger Garcia Ortiz li ser vê yekê ket nava hereketê û ji bo gotûbêja vê mijarê 38 dozgeran vexwend civînekê.

Civîna dozgeran a hukumet û serxwebûnxwazên katalan li bende ne wê di 18yê hezîranê de bê lidarxistin.

Partîya Pedro Sanchez PSOE ji bo bikaribe hukumetê ava bike bi partîya katalan Juntsê re li hev kiribû û di berdêla vê de jî soz dabû qanûne efûyê derxe.

Hukumeta piştî hatibû avakirin pêşnûmeyekê amade kiribû û parlamento vê pêşnûmeyê qebûl kiribû.

————————————

Foto: Endamên Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê/Derechoconstitucional

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir. Almanyayê got, girtina …