Partîya katalan ERCê diyar kir, îhtimal heye ew butçeya Îspanyayê ya 2025an veto bike.
Ku ev pêk were parlamento neçare biryara hilbijartineka nû bide.
Sebeba gefa vetoyê daxwaza ji bo erkên sazîya bacê ya Katalonyayê ye.
Hukumeta Îspanyayê bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ye.
Problema vê carê ya li pêşîya hikumeta Pedro Sanchez daxwazeke Katalonyayê ye.
Partîya serxwebûnxwaz ERCê diyar kir, îhtimal heye ew butçeya Îspanyayê ya 2025an veto bike.
Ku ev pêk were parlamento neçare biryara hilbijartineka nû bide.
Sebeba gefa vetoyê daxwaza ji bo erkên sazîya bacê ya Katalonyayê ye.
Wezîra Fînansê ya Îspanyayê María Jesús Montero ragihandibû, ne pêkane erkên berfireh ên berhevkirina bacê transerê Katalonyayê bê kirin.
ERC di berdêla transferkirina erkên bacê de destekê dabû damezrandina hikumeta Katalonyayê.
Salvador Illa ku namzetê Partîya Sosyalîst ê Katalonyayê (PSC) bû, bi desteka ERC û Comuns Sumarê bûbû serokê Katalonyayê.
Hêjayî gotinê ye, ji bilî hikumeta Katalonyayê, hikumeta Îspanyayê jî bi desteka partîyên katalan hatibû damezrandin.
Wekîlên Juntsê û ERCê yên Parlamentoya Îspanyayê ji bo hikumeta duyemîn a Pedro Sanchez bi PSOE (Partîya Sosyalîs a Karker a Îspanyayê) re tifaqê kiribûn.
Ege ERC û Juntsê desteka xwe vekişînin wê hem hikumeta Katalonyayê hem jî ya Îspanyayê hilweşe.
52 mîlyar dolar bac
Hêjayî gotinê ye, li Îspanyayê du herêm xwedî erkên berhevkirina bacê ne.
Welatê Bask û Navarra bi saya statuyên xwe yên otonomîyê dikarin hemû baca li ser erdên xwe berhev bikin.
Hikumeta Katalonyayê di adarê de ragihandibû, ew dixwaze ji % 100ê bacê li welêt berhev bike.
Katalonya plan dikir, salane bikaribe 52 milyar euro bacê berhev bike.
Niha Katalonya salane 17 milyar euro bacê berhev dike.
Ev jî dike % 9ê hemû baca li nava sînorên Katalonyayê.
—————————————————–
Foto: Sazîya Bacê ya Katalonyayê/Diari de Tarragona
Infowelat