Îspanyolî zimanê serdest ê Barcelonayê ye

% 36.5ê kesên li Barcelonayê dijîn di jiyana rojane de katalanî bi kar tînin.

Ev daneyên ku parazvanên vî zimanî xist nava fikaran, bi Rapirsîya Xizmetên Şaredarîya Barcelonayê derket holê.

Katalanî li paytexta Katalonya Barcelonayê sal bi sal kêmtir tê axaftin.

Lêkolîneke dawî nîşan dide, ji % 36.5ê kesên li Barcelonayê dijîn di jiyana rojane de katalanî bi kar tînin.

Ev daneyên ku parazvanên vî zimanî xist nava fikaran, bi Rapirsîya Xizmetên Şaredarîya Barcelonayê derket holê.

Ev dane ji yên rapirsîya ku di sala 1992an de hatibû lidarxistin 15 pûan kêmtir e.

Di 1992an de ji % 52ê nifûsa Barcelonayê bi katalanî diaxivî.

Di 1989’an de rêjeya axaftina ziman bi qasî ji % 49ê civakê bû.

Encamên rapirsînê nîşan dide, îspanyolî li paytexta Katalonyayê ji aliyê ji %56ê nifûsê ve tê axaftin.

Katalanî li navçeyên Barcelonayê bi tenê li Graciayê ji aliyê piranîya nifûsê tê axaftin.

Ji % 52.9ê welatîyên li vê navçeyê di jiyana rojane de bi katalanî diaxivin.

Rapirsî di derbarê zanîna katalanî ya ji aliyê civakê jî agahîyan dide.

JI % 93.9ê Barcelonayê bi katalanî dizanin, ji % 74.7ê civakê dikarin katalanî biaxivin û ji 61.7ê civakê jî dikarin bi katalanî binivîsin.

Konseya Bajêr tedbîr digire

Konseya Bajêr a Barcelonayê piştî vê rapirsîyê ket nava herketê bi mebesta ziman li bajêr biparêze komîsyonekê damezrand.

Armanca vê komîsyonê teşwîqkirina ziman di qada dîjîtal û teknolojîyên nû de ye.

Bi taybetî, komîsyon dixwaze bi vê xebatê katalanî di nava ciwanan de belav bike.

Navçeyên navendî yên Barcelonayê/Pisobcn.com

Tê ragihandin, ji % 32ê ciwanên li Barcelonayê bi katalanî diaxivin.

Hêjayî gotinê ye, li gorî rapirsîyeke 2018an, rêjeya axaftina katalanî ya li Katalonyayê ji % 36.5 e.

————————————-

Foto: Barcelona/Toposmagazine.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …