Puigdemont dixwaze Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê biryara girtina wî betal bike.
Eger ev pêk were, serokê berê yê Katalonyayê wê vegera welatê xwe.
Serokê berê yê Katalonyayê Puigdemont dixwaze Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê biryara girtina wî betal bike.
Parêzerên Carles Puigdemont bi vê armancê serî li dadgehê dan.
Parêzeran di ji dadgehê xwestin, eger betalkirina tevahî pêk neyê, bila biryar bi demî bê betalkirin.
Ev ê jî destûrê bide Puigdemont vegere Katalonyayê û xebata xwe ya sîyasî li wir bidomîne.
Herwiha parêzeran dîyar dikin, Puigdemont divê ne jî alîyê Dadegeha Destûra Bingehîn lê ji alîyê Dadgeha Bilind a Katalonyayê ve bê darizandin.
Serdozgerîya Îspanyayê alîgirê efûya hemû sîyasetmedaran e.
Lêbelê Dadgeha Destûra Bingehîn dide zanîn, sîyasetvanên fonên dewletê bi rengekî ne rêk û pêk xerc kiribin, nikarin bên efûkirin.
Puigdemont tê sûcdarkirin ku wî ji bo lidarxistina referandûma serxwebûnê ya di 2017an de fonên Katalonyayê bi kar anîne.
Paşxaneya efûya katalanan
Lîderê katalan Puigdemont ji 2017an û vir ve wekî penaberekî polîtîk li Belçîkayê dijî.
Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) û de ji bo bikaribe hikumetê damezrîne di 2023an de partiya serxwebûnxwaz a Katalonyayê Junts re lihev kiribû.
Juntsa ku partîya Carles Puigdemony bû, efûya girtî û penaberên polîtîk wekî şertê lihevkirinê ragihandibû.
Lîderê PSOEyê Pedro Sanchez vê qebûl kiribû û piştî avakirina hikumetê, parlamento qanûna efûya katalanan derxistibû.
Bi vê qanûna ku di 2024an de ketibû merîyetê, li derdora 300 katalan hatibûn efûkirin.
Infowelat
———————————————–
Foto: Carles Puigdemont