Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê meşandina qanûna Saziya Bacê ya Katalonyayê da sekinandin. Hikumeta Îspanyayê bi hinceta ku vê qanûnê mafên hemû welatiyên Îspanyayê binpê dike, serî li dadgehê dabû. Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy di serîlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bilind de îdîa kiribû ku qanûna navborî …
Bêtir »Xwepêşandana dîrokî ya li Barselonayê
Di roja neteweyî ya Katalonyayê de xwepêşandana herî mezin a Ewropayê hat lidarxistin. Nêzîkî 2 milyon kes beşdarê meşa li Barselonayê bûn. Vê meşê, bû nîşana biryardariya gelê Katalonyayê ya ji bo serxwebûnê. Alîgirên serxwebûna Katalonyayê di 11’yê Îlonê de yek ji kolana herî mezin a Barselonayê …
Bêtir »Nûnerên katalan li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn
Nûnerên katalan di mijara pêvajoya serxwebûna Katalonyayê de beşdarê civîneke li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn. Wekî nîqaşên li Parlamentoya Danîmarkayê û Îrlandayê ku çend meh berê pêk hatibûn, vê carê jî rewşa siyasî ya Katalonyayê li Parlamentoya Ûrûgûayê bû mijara nîqaşê. Sekreterê Têkiliyên Derve û Yekitiya Ewropayê yê …
Bêtir »Ji Îspanyayê deklerasyona enternasyonalîst
Her çar partiyên siyasî yên herêmî yên li Îspanyayê bi deklerasyoneke hevpar êrîşen dawî yên Tirkiyeyê û stratejiya wê ya çewsîner a li dijî hêzên demokratîk şermezar kirin. Belgeya hevpar ji aliyê Bloka Neteweperest a Galîsî (BNG) ya Galîsyayê, Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a Katalonyayê, Yekitiya Gelê …
Bêtir »Swêd û Awistralya modelên xizneya Katalonyaya serbixwe ne
Serokê Hikumeta Katalan Artur Mas roja Duşemê modela Xizneya Katalonyayê ya dema serxwebûnê pêşkêş kir. Aliyê herî girîng ê vê modelê damezrandina saziyeke bacê ya katalan e ku wê hemû baca li herêmê berhev bike. Niha hêza berhevkirina bacê di destê dewleta Îspanyayê de ye û dewlet …
Bêtir »Sê herêmên Îspanyayê belgeya Self-Determînasyonê îmze kirin
Bloka Neteweperest a Galîsyayê (BNG), EH Bildu (bi baskî Gelê Baskê Bibe Yek)û Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a ji Katalonyayê li paytexta Galîsya Santîagoyê deklarasyoneke li ser mafê self-determînasyonê îmze kirin. Di belgeya ku wekî “Deklerasyona Bonavalê” hat binavkirin de li ser mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya …
Bêtir »Ji katalonyayê gefa serxwebûna yekalî
Li Katalonyayê lîderên alîgirên serxwebûnê bi serxwebûna yekalî gef li Îspanyayê xwarin. Pênc lîderên serxwebûnwaz li Barselonayê dan xuyakirin ku eger Madrîd pevajoya self-determînasyona herêmê asteng bike ew ê vî gavî bavêjin. Namzetên Junts pel Si (Ji bo erê bi hev re) yên CDC, ERC û saziyên …
Bêtir »Li Barselonayê kursa zimanê kurdî
Li paytexta Katalonya Barselonayê kursa zimanê kurdî dest pê dike. Beriya kursê wê di 15’yê Tîrmehê de semînereke di derbarê vê mijarê de bê lidarxistin. Ji saziya sivîl a katalan CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan a Escarre) daxuyaniyeke di derbarê vê mijarê de hat dayîn …
Bêtir »Parlamentoya Îrlandayê hikumeta katalan guhdarî kir
Endamên Parlamentoya Îrlandayê qebûl kirin mu hilbijartinên 27 Îlonê yên li Katalonyayê ji bo dikare ji bo serxwebûnê bibe gaveke demokratîk. Li ser vexwendina serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamentoya Îrlandayê Dominic Hannigan, delegasyonek hikumeta Katalonyayê çû serdana Parlamentoya Îrlandayê. Li Parlamentoya Îrlandayê ‘Oirechtas” di navbera delegasyoneke …
Bêtir »Serxwebûna Katalonya û Skotlandê ji bo YE’yê xetereye an firsend e?
Li Zanîngeha Cambridgê bernameyeke bi navê “Ji bo Skotland û Katalonyayê Netewebûn: Ji bo YE’yê xetereye an firsend e?” hat lidarxistin. Di bernameya bi hevkariya DIPLOCAT (Konseya Dîplomasiya Katalonyayê) û Foruma Jeopolîtîk ve hat lidarxistin de pêvajoyên diyarkirina mafê qederê ya li her du herêman hat nîqaşkirin. Profesor …
Bêtir »Konseya Ewropayê meseleya katalan nîqaş dike
Konseya Ewropayê qebûl kir ku li ser pêşniyazbiryareke di warê mafê diyarkirina qederê ya Katalanyoyê de nîqaş bike. Pêşniyazbiryar ji aliyê cîgirê serokê konseyê yê danîmarkî Jacob Lund û 30 endamên konseyê ve hat pêşniyazkirin. Çend endamên partiyên din ên siyasî yên ewropî ku di rêxistinên nav-hikumetî de …
Bêtir »Li Barselonayê bernameya li ser kurdan
Li bajaroka Argentona a li bakurê Barselonayê bernameyeke bi navê “Kurdistan: Neteweyeke Dixwaze bê Naskirin” wê bê lidarxistin. Bername ji aliyê saziya sivîl CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan a Escarre) tê lidarxistin û ji bo wê endamê konseya şêwirmendiyê ya saziyê Eulalia Reguan hat peywirdarkirin. …
Bêtir »Damezrandina xwerêvebirina Aranê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina Konseya Giştî ya Aranê, li herêma Aranê ya li Îspanyayê hat pîrozkirin. Çalakiyên pîrozkirina damezrandina xwerêvebirina Aranê li paytext Vielhayê di 13’yê Hezîranê de dest pê kir û heta 17’yê mehê dom kirin. Newala Aran herêmeke xweser a di nava axa Katalonyayê de ye. Konseya …
Bêtir »KATALONÎ ÇAWA XWEDÎ LI AX Û ZIMANÊ XWE DERDIKEVİN
Em gelek caran dibêjin li Spanyayê gelê bindest ku herî zêde ji bo rizgarî û azadiya xwe têdikoşe baskî ne; lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Gelê ku li Spanyayê dijîn bêtir bi plan û bername ji bo azadiya xwe dixebitin katalonî ne. Lêbelê em li …
Bêtir »Katalonya referandûma yekalî lidarxist
Digel qedexeya Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, referandûma serxwebûna Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de hat lidarxistin. Ji 2 milyonî zêdetir welatiyên li Katalonyayê di referandûmê de dengên xwe bi kar anîn. Li gorî encamên hatin eşkerekirin ji % 80’i dengan ji bo serxwebûna Katalonyayê hatin bi kar anîn. …
Bêtir »1.8 milyon welatî ji bo serxwebûna Katalonyayê meşiyan
Di roja neteweyî ya Katalonyayê ya 11’ê Îlonê de alîgirên serxwebûnê li Katalonyayê meşeke pir mezin li dar xistin. Li gorî rêxistina polîsan a Barselonayê li paytext Barselonayê 1.8 milyon kesên ji her temenî û komên civakê beşdarê vê meşê bûn. Bi vê meşê destekeke mezin ji bo …
Bêtir »Danezana Gironayê ya Mafên Ziman
Kurtedîrok Danezana Gironayê ya Mafên Ziman di civîna Komîteya Werger û Mafên Ziman a PEN’a Navneteweyî ku di Gulana 2011’an de li bajarê Gironayê ya li Katalonyayê hat lidarxistin de, derket holê. Danezan, di Îlona 2011’an de di Civîna Giştî ya Kongreya Salane ya 77’emîn a PEN’a Navneteweyî …
Bêtir »Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman
Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de …
Bêtir »Erîşên polîtîk ên li hember zimanê katalanî
Komeleya Katalan a Sosyolîngûîstîkê (SOCS) li ser rewşa dawî ya katalanî li herêmên cîran ên Katalonyayê, di 4’ê Tîrmehê de li Barselonayê deklerasyonekê weşand. Komele di deklerasyonê de îdia kir ku Spanya peymanên navneweyî ya di derbarê rêzdariya ji cihêrengiya çandî û zimanî de ne îhlal dike. Li …
Bêtir »Katalonya û Welatê Bask li dijî Hikumeta Spanyol dibin yek
Serokê Baskê Inigo Urkullu û serokê Katalonyayê Artur Mas bi daxuyaniyeke hevbeş a ku di 2’yê Gulanê weşandin de, “stratejiya jinûvenavendîkirina” hikumeta spanyol a li dijî plana diyarkirina qederê ya her du herêman û pêvajoya aştiyê ya li Baskê rexne kirin. Her du serok di civîna xwe ya …
Bêtir »Parlamentoya Spanyayê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê red kir
Parlamentoya Spanyayê daxwazên Katalonyayê ya ji bo lidarxistina referandûma di derbarê statuya herêmê ya di nava Spanyayê de red kir. Serokê Katalonyayê da xuyakirin ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û referandûmê li dar bixin. Daxwaza Parlamentoya Katalonyayê ya transferkirina hin hêzên ku ji bo lidarxistina referandûmê …
Bêtir »