Çawa ku jinên femînist, riyekê nabînin ku cihekî bibînin li ser derenceya mêran bidest, lê dîsa jî xeynî têkoşanê tu çareyekê nabînin, her weha neteweyên dixwazin azad bibin neçar in ku xwe ji dewleta serdest veqetînin li ser piyên xwe bimînin.
Ji îngilîzî: Rojda Yaşik
Destpêk
Em, ew jinên vê nivîsê dinivîsinin haydar in ku ev mijareke tevlihev û kûr e ku lêkolînên piralî lazim jê re, lewma jî aniha em newêrin xwe bidine ber vê xebatê. Ev yek, heman demê de, zemînekî berhemdar e ji bona her cure gumanbariyê ku li wê derê desteyek faktorên îrrasyonel, hestîyar ên nayên kontrolkirin derdikevin hole, û em gelek caran bi saya gelek teorîyan van faktoran binecil dikin da ku xwe mafdar derbixin.

Lê dîsa jî, her çi qasî haya me bi zehmetîya vî karî û astengên me xwe hebe jî, van yekan têrê nekir ku em dev berdin û xwe nêzîkî vê mijarê nekin; me got hîç nebe nîqaşekî bidin destpêkirin.
Digel ku em derheqa jinan de û neteweyê de bîbliografyayeke dewlemend û retorîkên teorîk û analîtîk ên têgehên cihêreng dibînin; ji aliyê din ve, ger feminîzm û neteweperwerî kêm zêde di serê her kesî de warên pênasekirî bin jî, ev yek dibe ku ji bo alîgirî an jî dijayetiya feminîzm û neteweperweriyê be, lê dîsa jî, ew cihê ev herdu têgeh temas dikin cureyek “welatê ne ti kesî” ye, çolterek e ku li wê derê her tişt an jî ti tiştek pêkan e, lewma jî xeyalet, gotinên jiber, pêşdaraz, tiralî û her cure teqîn li vê derê niştecih bûne. Ev qada ku em kontrol nakin, bê guman, qadeke wisa ye ku me bêyî şer daye destê dijmin.
Bêguman dibe ku bê îddiakirin ku ev her du qad ti carî temasî hevdu nakin, hevdu red dikin an jî hîç hevpariyeke her du qadan tuneye.
Formulasyoneke vî şiklî me dibe ber sînorê absurdê, yanê rastîya taybet di her gavê de vê înkar dike; heman îddia veca bi têgehên bêtir ne-zelal derdikevin ber me, di eslê xwe de girîngbûna mijarekî bi mijareke din ve girê didin û li ser navê “mijarên pêşdatir” tê înkarkirin an wek mijareke talî an tehrîfkar tê dîtin, loma em îlan dikin ku boçûneke bi vî rengî tune dihesibînin.
Jin derheqa helwesta tevgerên siyasî ya li hemberî femînizmê de bi têra xwe xwedî ezmûn in. Ji ber vê sedemê, ji bo me, jinan girîng e ku em rê nedin ev cure kurtbînî li ser me bandor bikin, bi taybetî dema em rû bi rûyî rêze-problemên – bi taybetî, çewisandina neteweyî—ku ev kêşe lê bandor dike, hîç nebe, li beşeke jinan bandor dike, em wek jin divê alternatîfên xwe bînin zimên, bi baweriya ku divê feminizm bibe tevgereke azadiyê ya global da ku bişikêne wê zincîreya çewisandinên bi hev girêdayî ne û ji hev venaqetin, her weha bingeha civakê pêk tînin.
Ezmûna me ya taybet, wekî jinên ku hem wek endamên zayenda mê/jin, hem jî endamên neteweya çewisandî û wek ojbeyên genosîda çandî û zimanî, gelek tevlihev e.
Têgiha ku em dikarin ji bona pênasekirina rewşa xwe bikar bîbin “şîzofrenî”, jihevketîbûn, parçe-parçebûyîn e…
Ferq nake gelo em di partiyên siyasî an jî tevgeran de aktîf cih bigirin an jî na; em bawer dikin ku desteyek problemên li ser me, jinan bandor dike henin, û ji ber vê yekê, lewma jî divê ev problem bên analîzkirin û alternatîf û encam bên peydakirin, di peywenda tevgera feminist de. Aliyê din ve jî, problemeke bêtir “gelemperî” hebû ku wek “karker” an jî “katalan” li me bandor dikir û divê di çarçoveya tevgerên siyasî de bihata bicihkirin. Bi gotinên din, me cot-aktîvizma xwe ezmûn kir, bi rêxistinkirî an jî bê rexistinkirî, wek hevkariya du bêşên teqez rê nadin danûstandinê û—ev der, ew der e ku birîna me bi rastî jî diêşe—gelek caran lihevhatin zehf zehmet e: ew tişta ji bo me hesteke tekane ya çewisandinê bû, ew a ku di asta şexsî de me azmûn dikir, divê bi binî ve ji hevdu bihatana cudakirin û ew helwesta korefehm ya li hemberî femînizmê divê hertim ragêşî û nerihetî bihata domandin: di tevgera femînist de jî ji bo mijara neteweperweriyê xwe-kerrî û tiralîyeke neteweperestiya spanyolî hebû ku nedihate nîqaşkirin. Me pêwistiya xeteke ku em hêzên xwe bigihînin hevdu hêdî hêdî tespît kir. Her ku diçe zelaltir dibe ku em nikarin her du mijaran (jin-netewe, femînizm-neteweperwerî) hevdu cuda bikin, lê vê zêdetir em pêwistiyê hest dikin ku wekî jin alternatîfekî peyda bikin ji bona neteweperweriyê. Ji ber ku em bawer dikin ku qîmetê têgehên siyasî û neteweperweriyê hindik e, gerçî tevgera feminîst hevparî kiribe jî, di tevgerên siyasî û cîhana çepgeriya neteweperwer de girîngiya têgihên wek qada şexsî, zayend, pêwendiyên navmirovî, îstismara nava malê de hwd., hê jî pir kêm heye.
Em bawer dikin ku pêwistiya jinan bi planeke rizgariyê heye ku bi şêwazeke radîkal vê sênaviyê nîqaş bike: BAVSALARΖPATRON–FATHERLAND (û bi vê peyvê em bi taybetî hewl didin ku xeyala hestiyar a pûç ya dewleteke emperyalîst ku xwe pişt vê peyvê de vedişêre, em vê peyvê ji bona neteweyên bindest bikar naynin, jixwe em red dikin peyva “fatherland” bikarbibînin, sedemên vê redkirinê ne tenê lînguistîk in).
Femînizm ber bi alternatîfa xwe
Femînizm wek îdelojîyeke cîhanşimûlî divê bibe sedema veguherîna şoreşger a hemû vê binyadê. Ji ber vê yekê, em nikarin rewşê binecil bikin an jî şer nekin li hemberî dewleteke navendparêz, dewleteke modela kapîtalîst a civakî saz dike û diparêze, pêwendiyên hîyearşîk navbera mirovan de hildiberîne, çewisandina zayendekî li ser zayenda din saz dike, û ew çewisandin an jî kolonyalîzma neteweyên xurt didomîne. Heke bi qasî ku me ji “felsefeya bavsalariyê” fehm kiriye, me erka ev cure dewletê jî (û axir hemû dewlet, lê ev problemeke din e ku aniha bi heman awayî bandor li me nake) fam kiribe, bê guman haya me jê heye ku ev herdu têgeh rê li ber heman rewşê vedikin. Dewleta navendparêz di asta avahiya-bingehîn de raveyeke zelaltirîn a bavsalariyê ye, û diyar e ku ji bona parastina şahînşahiya xwe gelek alavan peyda dike.
—Li vir em dixwazin têbiniyekê deynin ji bo nîqaşên nû yên derbarê rola şirketên pir-neteweyî û saziyên leşkerî, analîzkirina hêza wan a pir mezin ku ji wê bêtir jî dewletên navendparêz, li gelek aliyan ve bandor lê dibin, û bi awayekî sirûştî ev yek dibe sedema çewisandina dewletên jartir ji aliyê dewletên xurtir ve (me dikaribû behsa çanda anglo-saxon û kakûrê Amerikayê li hemberî çanda spanyolî an jî fransî bikira).
Lê belê, em li vê vir analîz dikin gelo femînizm di civakên heyî de li hemberî çewisandinên ciyawaz – digel ku em li vê derê bi şêwezeke şematîk behs dikin- çawa bersiv daye an dikare çawa bersiv bide: Femînizmê heya niha bûyerên bi aşkereyî û rasterast li hemberî jinan şermezar kiriye, yanê, hemû tiştên bi taybetî li ser me, jinan bandor dikin: bûyerên berbiçav wekî ziman, rolê hevduzêdebûnê, aliyê civakî, û parvekirina di nav malekî de…
Ji ber vê sedemê, femînizmê şêwazeke pêwendiyê ya wisa derxist pêşiyê ku bingeha wê ji dêvla rikebiriyê, li ser pişgtirîyê ye, ji dêvla hiyearşiyê li ser hevkariyê ye…
Ev rastîya xêynî ku bi awayekî misoger malbatê dide nîqaşkirin (ku malbat hê jî wek îcada hevgirtîtirîn û baqiltirîn ya bavsalariyê ye) me nêziktirî rûxandina wan kompartmanên li jorê behskirî dike: jiyana civakî-jiyana şexsî hemû ew hêmayên ku bi hevdu peywendîdar û carcarna jî ji hevdu nayên veqetandin: kar û şixûlên wekî para jinan hatine diyarkirin, him karên fîzîkî him jî karên rewşenbîriyê de pêwendiyên zayendperest ên hîyearşîk, mûçe, hemû tiştên ku zarok ji çapemeniyê û perwerdeyê hîn dibin. Bûtçeya dewletê ya ji bona çekan, hwd.
Hîç nayêm ser wê mijarê ku tevgera femînist veguherîna civakê wekî peywira xwe hildide ser milên xwe û ji bona rêxistinên çepger nahêle. Lê belê ev rewşa hevgirtî têr nake, hîç nebe li vir welatê Katalanan, heya ku wê roja wekî tevgereke femînist em her wiha bizanibin ku bersivê bidin çewisandina neteweyî.
Çewisandina neteweyî û çewisandina jinan
Ew tepeseriya li ser neteweya me, ne taybetmendiyek e ku kêm zêde li ser me bandor bike; ew parçeyekî girîngtirîn a rastîya me ye ku divê em biguherînin.
Wekî çawa jin ji bona azadiya me şer dikin, her wiha divê neteweyên bindest azadiya xwe bidest bixin, û ev yek hevteribiyeke hêsan nîne. Wê hevşibî bêtir bi awayekî rêkewtî bin: tepeseriya emperyalîst dewleteke emperyal ya li ser kolonîyên xwe, tepeseriya dewleteke navendparêz a li ser neteweyên heqîqî wekî, neteweya me; tepeseriya zayendekî ya li ser zayendeke din, zayenda me.
—Ew têkiliyên ji ber hewcedariyên aborî û siyasî ku neteweyan bi hev girê dide, piraniya me jî bi têkiliyên ji ber hewcedariyan aborî girêdayî malbatê dike.
Çawa ku jinên femînist, riyekê nabînin ku cihekî bibînin li ser derenceya mêran bidest, lê dîsa jî xeynî têkoşanê tu çareyekê nabînin, her weha neteweyên dixwazin azad bibin neçar in ku xwe ji dewleta serdest (fatherland) veqetînin li ser piyên xwe bimînin.
Bi vî şiklî bavsalarî û dewleta serdest naveroka heman mijarê ne—jixwe hewce nake meriv bibêje ku xwe bi heman awayî rave dikin— ne tesaduf e ku klîşeyên derheqa yekitîya malbatê û yekitîya dewleta serdest heman dengê acizkar derdixin, her yek jî bi heman awayî gemarî ne.
–Dewleteke navendparêz, mijar xizaniya aborî an jî siyasî be ferq nake, dema kotî/binîbûna neteweyeke din dike mijar desteyek paternalîzm/bavîtiyan derdixe holê; yanê wisa xuya dike ku dewlet hostayê saxmayîn/hîştinê ye, bi gotineke din, tu yê bibêjî neteweya bindest bi saya serê dewleta serdest sax dimîne, ne ku dewlet xwe li ser hebûna neteweya bindest ava dike. Kolonyalîzma çanda ya ku em wek jin duçarî wê dibin, pêşniyaza diyarkirina wê yekê ew e ku di asta berfirehtirîn de em bikaribin taybetiya rewşa xwe, bo nimûne “taybetmendiyên heremî”, hinek hûrgilîyên din nîşan bidin. Dîroka neteweyekê dîroka serdestan e; ka dîroka jinan?
Pênaseya nirxên giştî her tim dewleta navendperest dike, ev nirxên ku biyanî ne ji bo neteweya bindest. Nirxên ku bi me biyanî ne, ew nirxên civaka şovenîst a mêr in. Bi heman qaydeyî, dewleta navendparêz rewşê kontrol dike, hêza xwe ya li ser tiştê herî biçûk be jî dipejirîne, her wiha destketiyên bindestan her jartir dike.
—Jinên di nava têkoşîna femînist de jî li nasnameya me digerin, em li xwe digerin di nav wan gotaran de yên bi darê zorê li me hatine ferzkirin an di nav gotarên deformekirî de, û lê dîsa jî em neçarin ku kok û rehên xwe bibînin, ji nav muxafeletê rê û rêbazên nû peyda bikin. Wekî çawa ku neteweya bindest neçar be ku rêyekê bibîne -ew nasnameya heke hê nehatibe tunnekirin jî – bi îxtimala baştirîn teqes hatiye deformekirin, neteweya bindest neçare ku vê nasnameyê vejîne, rastiya xwe bi xwe biafirîne.
Ew dewleta navendparêz a “pêşverû” xwedîyê gelek hostetîyan e ku çawa daxwazên neteweyî asîmîlê bike, ku ev daxwaz dibe ku tevkariya zeximandina navendparêziyê jî bike û di heman demê de giyanekî demokratîk derxîne holê (em dikarin behsa du-zimanî, statû, hwd, bikin). Ev asîmîlasyon wê tucarî kêrî neteweyê bindest neyê, ji ber ku hêz û qaweta mijarê ew e ku hêza dawîn dîsa bide destê ew î vê hêzê belav dike, ku ev jî bêguman dewleta serdest bi xwe ye, ne Katalanya ye ku tenê ji aliyê çandî ve hatine naskirin ji aliyê vê Dewletê.
Li qadeke asîmîlasyona siyasî û hêzên dewletê hê jî digel hêzên neteweyî (konsey, meclîs) hebûna xwe didomîne û li qada zimên, talûkeye daîmî heye ku zimanê katalanî li aliyê zimanê spanî ve bê dorpêçkirin, ev dorpêça pêk tê, heke ziman legal be jî dez-avantajên heqîqî vê yekê derdixîne holê.
Bi gotineke din, pêvajoya asîmîlasyonê rêyeke nermtir e ku me nîşan dide, heke em nikaribin sîstemeke xurt ya nasnameyeke siyasî ava bikin, em ê serweriya xwe ya muhtemel jî wenda bikin.
Ji ber vê û gelek sedemên din ên wekî vê sedemê, tepeseriya li ser neteweya me û ya li ser zayenda me dişibin hevdu, û ji ber vê yekê, em divê digel têkoşîna ji bo azadîya xwe û civakeke bê-çîn, herweha têkoşîna ji bo azadiya neteweyî jî cihekî çêbikin.
Femînîzm û neteweperwerî
Niha divê em bi kurtasî analîz bikin wan her du têgehên di serenavê vê nivîsê de cih digirin. Em li destekî behsa jinan (zayenda bindest) û li destê din, behsa netewe (û yanê neteweyên di bin serdestiya dewletekî de) dikin. Em dikarin van her du têgehan bidin ber hevdu û pêwendiyên navbera têgihan analîz bikin.
- Hewce nake ku em rewşa jinan a bindestiyê di civaka bavsalar de nîqaş bikin, ji ber ku em hemû vê rewşê baş dizanin. Em ê tenê balê bikişînin ser wê ku her çi qasî ev tepeseriya li her dera dinyayê wekî hevdu be jî, ev bi awayekî rasterast nayê wê wateyê ku li her welatî û di her çandê de cihêrengîyên xwe tuneye. Bêyî ku em ji konteksta dewletê derkevin, bêguman rewşa jinan ji welatê Basqê bigirin, heya Endulusya, Galîzya û Katalonyayê xwedî cihêrengîyên xwe ye.
Û bêguman, pêşketina tevgera femînist zêdeparî girêdayî wî şertî ye ku bingeha xwe li ser rastîyên welatê xwe ava bike, kok û rîşên xwe bi kûr ve bavêje çand û taybetmendiyên welêt.
Heman yek wê bê serê wan jinan ku her çiqasî xwediyê têgihîştineke femînist bin jî, bêyî ku qebul bikin ku tevgerên ew tevkariyê dikin ne ji bona wan, lê li hemberî wan dixebitin (zewac, an jî bi sedan hîpotezên “dayik-salar”, ku van hîpotezan bêtir ji civakên Basq û Bakûrê Emrîkayê tên), ra bin xwe bispêrin wekhevîya jinan û mêran, û lewma jî, heke em rê û rêbazên xwe ji bona serweriyê ava nekin, ev yeka nahêle ku em alternatîfên xwe biafirînin, îxtimaleke mezin heye ku em bên dorpêçkirin.
Niha, û xuya ye ku demeke din a dirêj jî, heke em daxwaza femînizmeke alternatîf wek nimûne femînizmeke “Ikarian” nekin, yan em divê pêvajoya standartîzekirina çandî ya gelek emperyalîzman qebûl (di rewşa me de, emperyalîzmên Bakûrê Emrîkî û Spanî) bikin, yan jî em ê tevli diyardeyên çandî yên ciyawaz bibin. Diyardeyên ku divê li her dera dinyayê aliyên wan ên cihereng ve (bo nimûne dîrok, ziman, huner, aborî…) bên nîqaşkirin û veguherandin. Lê belê em nikarin înkar bikin ku dema me mafê xwe yî nîqaşkirin, analîz û rexnekirinê bikar anî, em ê mîna çawa ku meriv zewaceke bêyî opsîyona veqetanê de be, her wisa nexwazin ku tepeseriyên derveyî û serwêriya dewletê hilweşînin. Divê em neyên xapandin, rewşa berê ya newekheviyê neynin li ber çavên xwe û nekevin teleyên derveyî yên wekî wekhevîyeke isûlî (bo nimûne, mijara du-zimaniyê) – ku jin ev cure teleyan ji her kesê din baştir nas dikin.
2.Aliyê din ve jî, navbera rewşa jinan a tepeseriyê û rewşa tepeseriya li ser neteweyekî gelek paralelî û rasthatinî henin (parçeyê sêyem yê vê nivîsê).
- Femînizm (li hemberî tepeseriya li ser jinan) neteweperwerî (tepeseriya li ser neteweyê) her du têgeh çalakger in. Digel ku ev her du têgeh di destpêkê de wek du têgehên zelal xuya dikin, lê belê ji ber ku wan bi wateyên gelek cure bikartînin, divê em cardin wateya wan zelal bikin.
Piştî ku me ev zelalkirina wateyî ya her du têgehan kir, ku zelalkirina wateyê pêwîst e, em êdî dikarin cudahiya van her du têgehan diyar bikin, her du têgeh yanê femînizm û neteweperwerî, du nêrînên gelekî ji hevdu cuda yên derheqa cîhanê de îfade dikin.
- Serê pêşîn, têgiha femînizmê di eslê xwe de di wateya zagonî û fermî de tê bikaranin, ku pêwist dike ku di qada civakî de wekheviya jinan û mêran bê destxistin; dibe ku, bêyî ku binesaziyên vê tepeseriyê piştgirî dikin bên nîqaşkirin, ev yek wê berfirehtir bibe da ku desteyek pêşketinên civakî bi xwe re pêk bîne, ku ev pêşketinan wê “wekhevîyê” rastir bikin.
Di qada neteweperweriyê de, ev cure femînizm wê dijbertiya wê neteweperweriyê bike ku arezû dike, desthilatiya biryardana aborî û heya astekî hêza siyasî bidest bixe, lê belê nekeve li pey veguherîneke rasteqîn ku wekî encama vê hêza neteweperweriyê derketiyê holê (ku ev cure femînizm parêzvaniya vê neteweperweriyê nake), ji ber ku ev femînizm wê li hemberî kesên nakevin li pey rizgariyeke çêtir, daxwaza mafê cîvakê yê xwe rêxistinkirinê (xwe rêxistinkirina civaka neteweya bindest ya navxweyî) û guherîna pêwendiyên nav-mirovî bike. Lewma jî ev “neteweperwerî” wê heman bernameyên neteweya serdest berdevam bike, ji nava daxwazên neteweyî re bi tenê daxwazên berçav hilbijêre: ziman, kultura çandî, folklor, kûlîn – çanda xwarinê, hwd, bêguman wê hemû van yekan li gor bernameya xwa ya siyasî û civakî hilbijêre.
- Derbarê femînizmê de alternatîfa duyem ew ku femînizmeke bawer dike ku şoreşa femînist li hemû bingehên civakî bandor dike û lewre divê hemû ev bingeh bên guherandin. Herweha divê ev femînizma alternatîf civaka mêr û şoven bi binî ve nîqaş bike da ku guherîneke kûr ya civakî, aborî û takekesî pêk bîne.
Femînizma ku em bi awayekî eşkere girêdayî wê ne, bawer dike ku di qada neteweperweriyê de, ji bo afirandina dewletên nû şikenandina dewleta tepeser -ger bikaribe pêk bê- wê ti maneya wê tunebe; rizgariya neteweyî di nav pêvajoya guherîna civakî bixwe de dibîne.
Têbinî: Ev nivîs ji bo Segones Jornades Catalanes de la Dona hatiye nivîsandin. Mafê telîfê: Centre de Documentació de Ca la Dona. Weşandin: Olivares, Maria; Maso, Carme; Duran, Eulàlia; Gusi, Tona; Marçal, Maria-Mercè, i Sentis, Sonsoles (1982/2017). «Dona i nació: feminisme i nacionalisme». In Gatamaula (2017), Terra de ningú: perspectives feministes sobre la independència. Barcelona: Pollen Edicions. Wergera bo îngilîzî Ailish Holly www.ailish-holly.com bi sponsoriya koma lêkolînan GRETA, Universitat Pompeu Fabra.
——————————
Gotar cara ewil di Kovara Zaremayê de hatîye weşandin.
Foto: Tevgera feminîst a li Katalonyayê xurt bû bi Yekemîn Konferansa Jinên Katalan re ku di 27-30ê Gulana 1976an de li Zanîngeha Barselonayê pêk hat.© Pilar Aymerich