Katalonya ji bo transferkirina erkên bacê bi Îspanyayê re rûnişt.
Hikumetên katalan bi taybetî dixwazin baca dahatê ya takekesî (IRPF) berhev bikin.
Dema Katalonya hemû erkên berhevkirina bacê bi dest bixe, wê 22 milyar euro qezenca wê çêbe.
Katalonya bi Îspanyayê re bidestxistina erkên berhevkirina bacê gotûbêj dike.
Ev meseleya ku bi salane di rojeva Katalonyayê de ye bû mijara Civîna Komîsyona Îspanya-Generalitatê (Hikumeta Katalonyayê)
Civîn di 14yê tîrmehê de li paytexta Katalonya Barselonayê hat lidarxistin.
Wezîrên îspanyol ên ên aborîyê û polîtîkaya herêman hikumeta Madrîdê temsîl kirin.
Katalonya di 20 salên dawî de doza berhevkirina baca li ser erdên xwe dike.
Hikumetên katalan bi taybetî dixwazin baca dahatê ya takekesî (IRPF) berhev bikin.
Peymaneke di vê meseleyê de par di navbera hikumetên îspanyol ê katalan de hatibû morkirin.
Katalonya dixwaze bi erkên nû yên wê bên transferkirin, di gava ewilî de 30 milyon euro berhev bike.
Dema Katalonya hemû erkan bi dest bixe wê 22 milyar euro qezenca wê çêbe.
Hikumeta ERCê ya katalan ku par peymanê îmze kiribû, dixwaze Katalonya bibe xwedî sîstema “cupo” (kota) ya Welatê Baskê.
Bask bi vê modelê hemûê baca li ser erdên xwe berhev dike û paşê para Îspanyayê jê re dişîne.
Ev par jî di nava herêmên din ên Îspanyayê de ji alîyê Madrîdê ve tê belavkirin.
Hin herêm ne razî ne
Meseleya bidestxistina erkên berhevkirina bacê li herêmên din ên Îspanyayê rastî dijberîyê tê.
Hikumetên herêmê yên Madrîd, Kastîlya-La Mança û Astûryasê serkêşîya dijberîyê dikin.
Seroka Herêma Otonom a Madrîdê Isabel Díaz Ayuso dibêje modela fînansekirina Katalonyayê ku ji alîyê hikumeta Sanchez ve tê pêşnîyazkirin, “cezayê mirinê ya li hemberî Îspanyayê ye.”
Seroka Herêma Otonom Kastîlya-La Mançayê Emiliano García Page jî pêşnîyazê bi “derveyî aqilan” pênase dike.
Rêveberîya Herêma Otonom a Astûryasê jî bi eşkereyî mixalefeta xwe ya di vê meseleyê de ragihand.
Hikumetên her sê herêman jî sosyalîst in û bi ser PSOE (Partîya Sosyalîs a Karker a Îspanyayê) ve ne.
Ev jî mijareke serêşê ye ji bo serokwezîr Pedro Sanchez ku ji bo li ser kar bimîne bi partîyên katalan re tifaqê kiribû.
Kîjan herêm bac berhev dikin?
Îspanyayê bi hebûna 17 herêman xwedî sîstemeke otonomîyê ye.
Hikumeta navendî li 15 herêman bacê berhev dike û pareke ji vê bacê paşê ji herêman re dişîne.
Welatê Bask û Navarra berevajîya herêmên din, dikarin hemû baca di nava sînorên xwe de berhev bikin.
Herçî Katalonya ye, dikare bi tenê 9 ji % bacê berhev bike.
Ev jî salane dike li derdora 17 milyar euro.
Infowelat
———————————————
Foto: Civîna Komîsyona Îspanya-Generalitatê (Hikumeta Katalan)