Manîfestoya Gîronayê di 2011an de hat qebûlkirin

Manîfestoya Gîronayê ya Mafên Ziman di civîna Komîteya Werger û Mafên Ziman a PENa Navneteweyî de hat qebûlkirin. Civîn di gulana 2011an de li bajarê Gîronayê ya li Katalonyayê hat lidarxistin. Deklerasyon di îlona 2011an de di Civîna Giştî ya Kongreya Salane ya 77. PENa Navneteweyî de hat qebûlkirin.  Deklerasyona Gîronayê ya Mafên Ziman li ser bingeha naveroka Deklerasyona Unîversal a Mafên Ziman ku di 1996an de li Barselonayê hatibû qebûlkirin, hatîye amadekirin.

Manîfestoya Gîronayê 

PENa Navneteweyî nivîskarên cîhanê digîne hev. Berî 15 salan «Daxuyaniya Cîhanî ya Mafên Ziman», ji bo cara yekê li Barcelonayê ji aliyê Komîteya Mafên Ziman û Wergêrê ya PENa Navneteweyî ve hate ragehandin. Îro, heman Komîte li bajarê Gîronayê li hev civiya û Manîfestoyek ragihand ku her 10 xalên bingehîn yên Daxuyaniya Cîhanî ya Mafên Ziman bawermend dike.

1. Pirengîya zimanan dewlemendiyeke mîrateya cîhanê ye ku divê were pejirandin û parastin.

2. Rêzgirtin ji hemû ziman û çandan re bingeh e ji bo geşkirina aştiyê û berdewamkirina dîyalogê li cihanê.

3. Her takekesek di nava civakekê de fêrî axaftinê dibe. Ev civak jiyanê, ziman, çand û nasnameyê dide wê/wî.

4. Zimanên cuda û şêweyên cuda yên axaftinê ne tenê alavên peywendiyê ne, ew di heman demê de jîngeh in ku di wê de mirov mezin dibin û çand geş dibin.

5. Her civakek xwedî maf e ku zimanê wê li ser axa wê wekî zimanê fermî bê bikaranîn.

6. Zimanê perwerdeya li dibistanan divê alîkariya bilindkirina prestîja zimanê ku ji aliyê civaka zimanî ve li ser erdê wê pê tê axaftin, bike.

7. Cihê dilxwaziyê ye welatî bibin xwedî zanîneke sereke ya zimanên cuda, ji ber ku ev yek destekê dide empatî û vekirîbûna entelektuel û alîkariya kesekî dike ku ew bi awayekî têr û tijî zimanê xwe bizanibe.

8. Wergerandina tekstan, bi taybetî yên berhemên mezin ê çandên cuda, tiştekî gelekî giring e ji bo bipêşveçûneke pêwist a jihevfamkirineke baştir û rêzgirtinê di peywendiyên nav mirovan de.

9. Medya ji bo pirrengiya zimanan parêzerên herî hêja ne. Ew dikarin bi awayekî vebirî û bi zanebûn pal bidine geşbûn û mezinkirina nirxê pirengîya zimanan.

10. Mafê bikaranîn û parastina zimanê kesekî divê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî mafên mirov ên sereke bê naskirin.

Komîteya Mafê Ziman û Wergêrê ya PENa Navneteweyî

Gîrona, 13ê gulana 2011an

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …