Sembola otonomîya katalan tê nîqaşkirin

Hikumeta Salvador Illa piştî nîqaşên li ser serdana Puigdemont a Katonyayê, pozîsyona şefê Mossos d’Esquadra Eduard Sallent i Pena guherand.

Serokê Katalonyayê Illa ragihand, armanca wî depolîtîkirina hêza polîs a Katalonyayê.

Hêza polîs a katalan Mossos d’Esquadra ji tebaxê û vir ve tê nîqaşkirin.

Sebeba vê nîqaşê serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont e.

Puigdemont di 8ê tebaxê de hat Barselonayê û piştî axaftineke kurt, terka welêt kir.

Ji ber dozen li hemberê wî hatibûn vekirin divê Puigdemont bihatana girtin.

Lêbelê polîsên katalan ew negirtin û Puigdemont jî bi hêsanî ji Katalonyayê vegerîya Belçîkayê.

Ev jî li Îspanya û Katalonyayê bû sebeba nîqaşên berfireh.

Ji ber reaksîyonan, hêza polîs a katalan lêpirsînekê vekir û 3 polîs bi sûcdarîya hevkarîya bi Puigdemont re hatin girtin.

Hikumeta Salvador Illa ya Katalonyayê gaveke din jî avêt û pozîsyona şefê Mossos d’Esquadra Eduard Sallent i Pena guherand.

Serokê Katalonyayê Illa ragihand, armanca wî depolîtîkirina hêza polîs a Katalonyayê ye.

Li gorî hikumeta nû, bi vê polîtîkayê wê îtîbara Mossos d’Esquadra ji nû ve bê çêkirin.

Lêbelê piranîya serxwebûnxwazên katalan dixwazin polîsên herêmî di bin xizmeta doza serxwebûnê de bin.

Tê ragihandin, vê derdorê naxwaze Mossos d’Esquadra bibe “amûreke dewleta îspanyol.”

Otonomî û hêza polîs

Hêza polîs a katalan Mossos d’Esquadra di salên destpêkê yên 1980î de hat damezrandin.

Erkên vê hêzê di salên 1990î de hatin berfirekirin.

Niha ji bilî kontrola sînoran û pasaportê, hemû erkên polîs di destên vê hêzê de ye.

Hejmara Mossos d’Esquadraya ku wekî sembola otonomîyê tê dîtin, 18,000 e.

——————————————-

Foto: Çend endamên hêza polîs a katalan/X.com

Infowelat

Salvador Illa bû serokê Katalonyayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …