Ji % 40ê katalanan serxwebûnê dixwazin

Desteka ji bo serxwebûnê li Katalonyayê daket ji % 40ê civakê.

Rapirsî nîşan dide, ji % 53yê civakê li dijî serxwebûnê ne.

Partîyên serxwebûnê dixwazin, di hilbijartinên gulana 2024an de piranîya Parlamentoya Katalonyayê de winda kiribûn.

Desteka ji bo serxwebûnê li Katalonyayê daket ji % 40ê civakê.

Ev agahî bi rapirsîyeke hukumeta Katalonyayê Generalitat hat bidestxistin.

Rapirsîya bi 2,000 kesan re hatîye kirin nîşan dide, ji % 53yê civakê li dijî serxwebûnê ne.

Ev jî rêjeya herî zêde ya li dijî serxwebûnê ya ji sala 2015an û vir ve ye.

Desteka ji bo serxwebûnê li gorî partîyên polîtîk ên katalan wiha ye:

Bi Hev re ji bo Katalonyayê (JxCat) ji % 91, Namzetên ji bo Yekîtîya Gel (CUP) ji % 80, Çepa Komarger (ERC) ji % 75.

Ji rapirsîya dawî dîyar dibe, partîyên li dijî serxwebûnê piranî çepgir in.

Bo nimûne, ji % 62yê alîgirên Catalunya en Comú û ji % 80 yê alîgirên Partîya Sosyalîst a Katalonyayê dixwazin Katalonya ji Îspanyayê veneqete.

Pirseke din a di rapirsîyê de di derbarê têkiliya polîtîk a Îspanya-Katalonyayê ye.

Ji % 34ê kesên tevlî anketê bûne statuya otonomîya heyî parastine û ji % 22 jî statuyeke federal daxwaz kirine.

Li hember her du koman, ji % 31ê katalanan doza serxwebûna dewleteke serbixwe kirine.

Hilbijartinên dawî û serxwebûn

Partîyên serxwebûnê dixwazin, di hilbijartinên gulana 2024an de piştî 30 salan piranîya di Parlamentoya Katalonyayê de winda kiribûn.

Ev jî bûbû derbeyeke sîyasî ya li hemberê têkoşîna ji bo serxwebûn.

Di hilbijartinê de Partîya Sosyalîst a Katalonyayê (PSC) bûbû yekemîn.

PSC 42 ji 135 kursîyên Parlamentoya Katalonyayê bi dest xistibûn.

Partîya Juntsê (JxCat) ya lîderîya wê ji aliyê Carles Puigdemont ve tê kirin, bi 35 kursîyan bûbû hêza duyemîn.

—————————————–

Foto: Estalada Blava (Ala serxwebûna Katalonyayê)/Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa ji bo Ukraynayê ket nava alarmê

Donald Trump hewl dide bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ji bo Ukraynayê muzakereyan pêk …